Temenê zarokên ku kar dikin jî di navbera 10 û 14 salan de ye. Piraniya zarokan li tesîsên petrolê yên li ser riyan û nêzî sînor dixebitin. Her wiha karên din ên giran dikin. Zarok rojê 10-12 saetan di bin germê û şertên zor de kar dikin. Ev jî bandorek neyînî li ser wan çêdike û dibe sedema nexweşiyên cuda. Her wiha zarok zarokatiya xwe najîn û nikarin biçin dibistanê.
Dest ji dibistanê berdidin
Zarokê bi navê Mistefa Şêx (12) ku bi bavê xwe re di heman karî de dixebite, diyar kir ku ev salek e dest ji dibistanê berdaye û di karê petrolê de dixebite. Mistefa, destnîşan kir ku ew neçar e ji bo debara malbata xwe kar bike.
Ehmed Mehemed ê 13 salî ku ji bo debara malbata xwe çûbû Tirkiyê û di fabrîqeya tekerên (lastîk-dolab) wesayîtan de kar dikir, destnîşan kir ku rojê 13 saetan dixebitî. Lê piştî demekê êdî nekariye xwe li ber giraniya kar ragire û vegeriyaye Kobanê.
Li ser psikoloyê bandor dike
Psikolog Ehmed El Ehmed, destnîşan kir ku karên giran bandorê li ser psikolojiya zarokan dike û hîn di temenê zarokatiyê de psikolojiya mezinan dijîn. Ehmed, anî ziman ku zarok di warê têkiliyên bi derdorê re de jî gelek zehmetiyan dikişînin.
Endama Komîteya Civakî ya Yekîtiya Star Roz Tolhildan jî got ku wan li hemû taxan komîte avakirine da ku li ser hişmendiya zarokan bi malbatan re semineran lidar bixin. Tolhildan got, "Ji bo ku malbatan derbarê mijarê de agahdar bikin û rê li pêşiya xebitandina zarokan bigirin, emê navendên perwerdeyê vekin."
KOBANÊ