
Şagirtên Kreşa Nûbihara Biçûkan a navçeya Cizîrê ya Şirnexê karneyên xwe girtin. Ev kreş di sala 2013’an de ji aliyê Şaredariya Cizîra ve hatiye vekirin û zimanê perwerdeyê bi temamî bi Kurdî ye. Şagirtên kreşê û mamoste bi wesîleya rojê şahiyek lidar xistin. Hevşaredara Cizîrê, endamên KJA’yê, Mala Piştgirî û Perwerdeyê ya Melayê Cizîrê (MAPER ), KURDÎ-DER û gelek malbat û zarok tevli şahiyê bûn. Zarok lîstikên wekî Mamê Gur, Pisîk û Kêvroşk, lîstin û stran û helbest gotin. Hêjayî gotinê ye ku bernameya ku zarokan amade kiribûn ji aliyê temaşevanan jî bi baldarî hat temaşekirin. Di dawiya bernameyê de karneyên zarokan ji aliyê mamosteyên wan ve hatin belav kirin.
Ji kreşê heta zanîngehê
Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret jî li ser girîngiya perwerdeya bi zimanê zikmakî axaftinek kir. Hevşaredar Îmret diyar kir ku her tim xeyalê wan ew bû ku bi zimanê xwe perwerde bibînin û bilêv kir ku di çarçoveya pêkanîna xeyalên xwe de bi kreşê gaveke mezinavêtine û ev tişt gotin: “Em hêvîdar in ku zarokên me heta zanîngehê perwerdeyê bi zimanê dayikê bibînin.”
Perwerdeyekî dewlemend
Mamosteya Kreşa Nûbihara Biçûkan Zînê Dîrîcan jî da zanîn ku pergala perwerdeya Tirkiyeyê bi zaroka Kurdî dide jibîrkirin û wiha axivî: “Em dixwazin çanda xwe, dîroka xwe bi zarokan bidin fêmkirin.” Dirîcan diyar kir ku ew zarokan hînê stranên Kurdî dikin û axaftian xwe wiha domand: “Em çîrok û gotinên Kurdî ji wan re dibêjin. Em bi wan re lîstikên Kurdî dilîzin. Dema ev tiştê ku em ji zarokan re dibêjin bi zimanê dayikê bin zarok bêtir fêm dikin.”
Mamoste Vecîha Geçken jî diyar kir ku ji bo zarok xwe îfade bikin bername amade kirine û wiha axivî: “Me îsal kêmasiyên xwe yên sala berê tamam kirin. Jixwe li vê herêmê bi Kurdî tê axaftin lê pêwîst e zimanê nivîskî jî bi Kurdî be.” Geçken got zarok pêşeroja wan in û bang li malbatan kir ku pêşiya zarokê xwe vekin û wan bişîn dibistanên Kurdî.
‘Zarokên me gelek pêş ketine’
Dayika bi navê Leyla Balcan a ku zarokê xwe dişîne kreşa Kurdî da zanîn ku ew gelekî kêfxweş in ku zarokên wan bi zimanê xwe perwerde bibînin. Dayika Leyla da zanîn ku zarokên wan jî gelekî kêfxweş in ku bi Kurdî bi wan re tê axaftin û wiha got: “Dema tên malê tiştê ku hînbûne ji me re dibêjin. Zarokên me gelekî pêş ketine cînarê me wan dibînin dibêjin em ê jî zarokên xwe rêkin kreşê.”
JINHA/ŞIRNEX