Beriya mehekê li bajarok Kaygisiz ê ser bi navçeya Amedê Pîranê Dibistana Çand û Hunerê ya Avdela hat vekirin. Li dibistanê perwerdeya muzîk, wêne, şano û sînemayê tê dayin, di demeke nêz de wê ji bo jin û ciwanan jî bernameyên perwerdeyê made bike. 

Dibistana Çand û Hunerê ya Avdela, ji aliyê Serokatiya Daireya Çand û Turîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê ve hat vekirin, perwerdeya çand û hunerê dide zarokan.

Koordinatora dibistanê û mamostaya muzîkê Devrim Demir diyar kir ku wan heta niha tenê zarok perwerde dikirin, lê di demeke nêz de wê xebatên xwe berfireh bikin û ji bo jin û ciwanan jî bernameyên perwerdeyê amade bikin. 

Mamosta Devrim Demir da zanîn ku armanca vekirina dibistana wan ew e ku li hemberî texrîbatên polîtîkaya bişaftinê, çanda cewherî fêr bikin û pêşiyê bigirin li bişaftina çandê.


'Ji bo bişaftina Kurdan her tişt kirin' 

Devrim anî mizan ku herî zêde gelê Kurd bi pergala perwerdê hatiye bişaftin û wiha peyivî: "Ji bo ku pergal ser Kurdan serweriya bişaftinê bi pêş bixe, hemû derfetên xwe xistin dewrê, ji bo ku xwe li hemû navend, navçe û gundan bi cîh bikin. Pergalê bi rêya medzazên dîtbarî civak ji çanda xwe ya xweser û nirxên xwe yên civakî dûr xist, bi çanda populer û erebesk ve dane girêda, heya cihekî mirov dikare bibêje bi ser ketine. Ji ber dema ku mirov îro li zarokên nava gund jî dinêrin li pop muzîkê guhdarî dikin û haya wan ji dengbêjiyê û kilamên zimanê dayîka wan nîne."

Devrim got, divê li dibistanan zarok hînî çîrokên xwe bibin, li muzîka xwe guhdarî bikin û govenda xwe bigerînin. Devrim anî ziman ku dema zarok bi çanda xwe bijîn, dikarin çanda xwe jîndar bikin û gotinên xwe wiha domandin: "Li dibistana me zarok hînî muzîk, wêne, şano, lîstikên gel û sînemayê dibin, li gel wê jî bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî perwerdê dibin. Hemû waneyên me bi giştî bi Kurdî ne. Li dibistana me bernameyên perwerdeya beriya dibistanê jî hene."


Niha waneyên muzîkê tên dayîn

Devrim bilêv kir ku wan ji bo perwerda zarokan mifredat amade kiriye û wiha dewam kir: "Niha beşa muzîkê ketiye faliyetê. Weke despêk waneyên repertuar û rîtim tên dayîn. Waneyên ziman û resmçêkirnê tên dayîn. Dem dem ji bo perwerda zarokan atolye wê bên vekirin û ji derve jî ew ê perwerdê bidin."


TEKOŞÎN TEKÎN/JINHA/AMED