
Konservatuara Aram Tîgran a di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de kar û xebatên çand û hunerê dike, li dijî bişaftinê zarokan di temenê biçûk de fêrî çand û hunera Kurdî dike. Mamostayê Konservatuara Aram Tîgran Şêrko Kanîwar diyar kir ku perwerdehiya di temenê biçûk de bingehek ji bo çanda Kurdî ava dike. Kanûwar got: “Ev perwerde li hemberî bişaftina zarokên Kurdan bendeke bi hêz e.”
Konservatuarê di 5’ê Cotmehê de dest bi perwerdehiyê kir. Perwerdehî ji beşên hunerê şano, sînema, mûzîk, wêne û govendê pêk tên.
Di beşa mûzîkê de zarokên temenê wan 2,5 salî jî tevlî perwerdehiyê dibin. Di perwerdê de stranên Kurdî yên gelêrî fêrî zarokan dikin. Zarok di temenê xwe yê biçûk de fêrî ritîm û awazên stranên Kurdî dibin. Bi vî awayî jî di rihê zarokan de çanda Kurdî pêş dikeve û li ser zimanê zarokan stranên Kurdî digere. Mamostayên ku dersê didin zarokan hem bi zarokan re dileylîzin hem jî bi rêyên ku zarok fêm bikin mûzîkê fêrî zarokan dikin.
‘Girêdana zarokan a bi Kurdî pêş dikeve’
Şêrko Kanîwar destnîşan kir ku êrîşên pergala kapîtalîst di sedsala 21’an de bi gelek riyan bandorê li civakan dike, bi taybet bi awayek pir xurt bandorê li zarokan dike û wiha axivî: “Herî zêde bi rêya înternet û TV’yê bi taybet jî bi rêya muzîkê bandorê li zarokan dike. Armanca me ya di temenê biçûk de perwerdehî dayîna zarokan ew e ku em li hemberî vê bandorê bendekî deynin.” Kanîwar destnîşan kir ku wan par du komên zarokan perwerde kir û di dawiya salê de dîtin ku zarok fêrî stranên gelerî yên Kurdî dibin. Êdî zarok di jiyana rojane de stranên Kurdî dibêjin. Kanîwar got ku zarok xwe bi Kurdî xwe îfade dikin û girêdana wan bi çanda Kurdî re çêdibe.
Bi awayekî sîstematîk dixebitin
Konservatuara Aram Tîgran li ser ceribandina xwe ya par, îsal bi awayek sîstematîk li Aram Tîgranê dest bi perwerdehiya zarokên biçûk kir. Qasî 60 zarokên temenê wan di navbera 2 û 5 salî de dest bi perwerdehiya mûzîkê kirin. Hinek zarok di nava hefteyê 2 roj demjimêrekî ders dibînin, hinek jî di dawiya hefteyê de demjimêrekî dersê dibînin.
Kanîwar bi lêv kir kir ku zarok di hefteyê de stranekî fêr dibin û pê re jî hêmanên mûzîkê fêr dibin. Her wiha Kanîwar destnîşan kir ku zarok di temenê biçûk de bi piratîkî fêrî mûzîka Kurdî dibin û wiha got: “Di temenê biçûk de bingehekî ji bo çanda Kurdî çêdibe. Ev jî li hemberî bişaftina zarokên Kurdan bendeke bi hêz e.”
DÎHA/AMED
Zarok û xweza
Zarokên pola Keskesor ya Zarokîstana Xalxalokê bi heriyê dilîzin. Zarokîstana Xalxalok, xwezayê bi zarok dide nasîn. Zarok bi ezmûna xwe xwezayê bi xwe dinasin û bê tirs û bê xem xwe berdidin hembêza xwezayê.
Pêşdibistana bi navê Zarokistan a girêdayî Şaxa Midûriyeta Xizmetê Krêş û Zarokan ya Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest bi perwerdeyê kiribû.
AMED