Zarokên bi navê E.K (15), A.B (14) û hevalek wan di 23 hezîranê de bi hinceta di Newrozê “Pesnê sûc û sûcdar dane” û “Dirûşimên ne zanogî qêriyane” hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa M a Bergamayê ya Îzmîrê.
Li gorî agahiyan, hefteya derbasbûyî 3 zarok dema dibirin girtîgehê li navçeya Çîgliyê zarokekî ji ber sûcê îstîsmara zayendî hatiye girtin jî li wesayîtê siwar kirin. Piştî wesayît gihişt hewşa girtîgehê cendirmeyan zarokên ji ber “qêrîna dirûşiman” hatin girtin tazîkirin û li wan xistin. Zarokan îşkenceya li wan hatiye kirin bi nameyekê ji parêzêrê xwe Nezahat Paşa Bayraktarê re ragihandin.
Zarokan di nameyê de ev tişt ragihandine: “Dema em gihiştin hewşa girtîgehê em peya kirin. Li wir rayedarekî got, ‘Ev terorîst in dest ji doza xwe bernadin’. Piştre fermandar got ‘Wan bibin piştî ka çawa dest ji dozê bernadin” Em birin odeya piştê û hemû kincen me dan derxistin. Em tazî kirin. Xwestin wekî leşkeran em biaxivin. Pişter jî li me xistin. Leşkerekî pehîn li hevalek me xist. Hevalê me ket erdê û xwîn ji laşê wî hat. Lê dîsa bê navber li me xistin. Wan ji me re digot, ‘bicehnimin herin welatê xwe, çi karê we li vir heye’ û heqaret li me kirin. Piştre jî em radestî gardiyanan kirin. Gardiyanan jî destûr nedan em kincên xwe li xwe bikin, îşkence û wan jî heqaret li me kirin.

Parêzera zaroka Nezahat Paşa Bayraktar der barê mijarê de agahî da ANF’ê û got ku ev hovîtî wekî dema 12’ê Îlonê ye. Bayraktar destnîşan kir ku li hemberî van pêkanînan li ser navê miwekîlên xwe serî li dozgeriyê daye û ev tişt gotin: “Dema ez çûm girtîgehê min dît ku hemû derê zarokan reş û şîn bûne. Dema min ji wan pirsî wan jî bûyer ji min re ragihand. Min jî ji wan xwest ku tiştên bi serê wan hatine, wekî nameyekê ji min re binivsin. Dema min name xwend ez matmayî bûm. Hemû mafê miwekîlên min hatine binpêkirin. Rayedaran bi van kirinan Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) jî bin pê kirine. Li gorî vê min pêvajoya hiqûqî daye dest pê kirin.”

ANF/ÎZMÎR