Li Qrêşa Xalxaloka Zarokîstanê perwerdehiya xweza, matematîk, dîrok, trafîk, werzîş û çand û hûnerê ku bi zimanê Kurdî tê dayîn. Dema qrêş nû vebûbû, kontejana polên qrêşê 20 kes bûn, lê îsal ji bo her polê 200 malbatan serî lê dan. 


Zimanê zikmakî serketfin bi xwe re tîne

Der barê mijarê de berpirsiyarê qrêşê Demhat Zana Yildiz wiha peyivî: “ Sala par dema me dest bi perwerdehiya qrêşê kir, me120 şagirt perwerde kirin. Bi dema me ya îsal re ji bo her polên qrêşê me 20 kes veqetandine ku niha em dinêrin ji bo her polekê 200 serî li me dane. Sedemê vê serlêdana zêde ji ber ku em perwerdehiya xwe bi zimanê zikmakî didin û serkeftinên me ên mezin in. Ji ber vê rêveberiya şaredariyê ji bo cihên nû vekin û têxin xizmeta gel di nava tevger û xebatê de ne. Bi vê perwerdehiya ku em didin zarokên me çand û hûnera xwe ji bîr nakin û baş hîn dibin, bi taybetî jî ji bo pêşeroj û pêşketina zarokan dibe destpêk. Bi perwerdiya xwezayê re heskirina zarokan ya xwezayê û lê xwedîderketin ji bo me mînakek sereke ye.” n 


AMED