Zarokên Kurd, li gel zext û zordariya dewleta Tirk a dagirker a ku bi Rewşa Awarte pirr qand û tund dike, li nava kolanan sirûd û stranan dibêjin, û li ber zîhniyeta qedexeker radibin.
Li kolana Cumhuriyetê ku kolana herî qelebalix a Wanê ye, sirûd û stranên zarokên Kurd lê deng vedidin.
Dewleta Tirk bi hikûmeta AKP'ê, li gelemperiya Bakurê Kurdistanê bi navê Rewşa Awarte hemû çalakiyên çandî û hunerî qedexe kirin, bi dehan saziyên vî karî dikin girtin. Bi taybetî, hemû karên çand û hunerê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji aliyê qeyûm ve hatin rawestandin. Navenda Çand û Hunerê ya NÛDA, ku yek ji mezintirîn navenda çand û hunerê ya herêmê bû Û bi sedan kes di warê çand û huner de lê perwerde bûn, bi destê qeyûm hate girtin.
Qedexe yên qeyûm in Kolan û meydan ên me
Li kolana Cumhuriyetê, ku kolana herî qelebalix a Wanê ye, sê zarok sirûd û stranên qedexekirî dibêjin. Gotina van stranan ji ber mercên Rewşa Awarte qedexe ye, lê belê ev qedexe ne xema van 3 zarokên Kurd ên emrê wan piçûk e, lê dilê wan mezin e. Sirûdên ji aliyê zarokan ve tên xwendin, cesaretê dide bi sedan kesên li derdorê civiyane. Hejmara mirovê li dora wan li hev civiyane, zêde dibe. Hin kesên ji ber stranên zarok dibêjin bi fikar in, bi gotina 'Ji ber van stranan wê serê we bikeve belayê. Binêre va ye polîs hat' zarokan hişyar dikin. Lê belê zarok dibêjin, "Li welatê xwe, qey em ê nikaribin bi zimanê xwe stranan bi dilê xwe bistirên? Tê bila bên, kes ji wan natirse."
WAN