MIHEMED HESEN / ROJNEWS / RANYA
Bombebarana dewleta Tirk a li dijî Qendîlê û herêma Bradostê ev demek e ku dewam dike. Jinên Binarê Qendîlê li ser êrişên dewleta Tirk yên li dijî herêmên xwe, pêyivîn.
Jina bi navê Fatme Bapîr bal kişand ser bandora bombebaranê li ser jinan û got; “Bi şev û roj jiyana me di tehlûkeyê de ye. Dema Şivanên me sewalên xwe dibin çiya û heta vedigerin, ez hezar duayan ji bo wan dikim. Em nikarin sewalên xwe biçêrînin. Rojane derdora malên me tê bombebarankirin. Pêwîst e hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê li ser Tirkiyeyê zextê çêkin da ku bombebaranên xwe rawestîne.”
Jina bi navê Fatme Sêwedin jî wiha axivî: “Berî çend rojan balafirên artêşa Tirk nêzikî mala me bombe kir. Şivanekî me tenê çend metreyan ji cihê bombebaranê dûr bû. Bombebaran ewqas dijwar bû ku toz û dûman kete ser laşê me. Em û zarokên xwe gelek tirsiyan. Heta sibê em di nav toz û dûmana bombebaranê man. Hikûmeta Iraqê dikare bombebarana bide rawestandin. Lê, em nizanin ji ber çi nake? Xelk jî weke pêwîst nerazîbûna xwe nîşan nade. Tesîra xwepêşandan û nerazîbûnê heye. Hêvîdar im bombebaran werin rawestandin û her kes bi aştî û aramî bijî.”