Beriya çar mehan, ji bo cenazeyê gerîlayê HPG’ê Sadiq Kaya bi nasnavê Rojak merasim hate lidarxistin. Polîsan êrişê girseyê kir û di encamê de 17 zarokên Kurd hatin girtin. Lê heta niha îdîanameyek jî ji bo van zarokan nehatiye amadekirin.
Zarok ji meha cotmehê ve di girtîgeha Pozantiyê de ne, ji ber ku di demek ewqas dirêj de tu îdîanameyek der barê wan de nehatiye amadekirin, nikarin biçin dadgehê jî. Ji ber vê jî di girtîgehê de dimînin. Malbatan nerazîbûnek tund nîşanî vê rewşa zarokên xwe dan. Endamê Desteya Rêveber a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Prz. Eyup Sabrî Oncel diyar kirin ku ji bo zarok zêdetir mexdûr nebin, divê di deme zû de îdîaname were amadekirn.
Dayîka Jiyan Orhan a 16 salî, Emîne Orhan ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku her hefte diçe girtîgehê serdana keça xwe û diyar kir ku keça wê gotiye ew di şert û mercên pir dijwar de dijîn. Orhan diyar kir ku Jiyan û hevalên xwe di greva birçîbûnê de ne. Dayîkê nerazîbûn nîşanî amadenekirina îdîanameya der barê zarokan de da û got ; “Ger keça min mirov bikuşta jî, dê dîsa bibiribana dadgehê. Ev yek înfaz e”

Ji aliyeke din ve, di salekê de li bajarê Tirkiyeyê Mêrsînê ku şêniya Kurdan lê zêde ye, 120 zarokên Kurd bi hinceta “kevir avêtine polîsan” hatine girtin.

ANF/MÊRSÎN