Zarokên li semta Balikçilarbaşi ya navçeya Surê, li gel bidawîbûna dibistanê bi erebeyên destan, fêkî û sebzeyên baxçeyên Hewselê difiroşin. Zarok bi vî avayî hewl didin ku alîkariya aborî bikin bi malbata xwe re. Lê, betlane dûrî wan e!
Zarokên malbatên wan xizan, li gel temenê xwe yê piçûk wekî mezinan tevdigerin. Serê her kolanê hûn dikarin yekî bibînin. Zarok, piranî sebze û fêkî difiroşin. Ew bi erebeyên destan serê sibê heta ku malê xwe bifiroşin heta êvarê kolan bi kolan digerin.
Zaroka bi navê Îlke Sokmen a 12 salî diçe sinifa 6'an û ew ji 10 saliya xwe ve her sal di van mehan de dest bi vî karî dike. Zaroka biçûk Sokmen, sebzeyê ku diya wê digihîne, difiroşe. Ew serê sibê radibe pêşî erebeya xwe tijî sebze dike û  li nava bajêr heta êvarê digerîne. Sokmen ku 7 xwîşk û birayê wê hene, dibêje ku ew neçar e piştgiriyî bike bi malbata xwe re. Sokmen  her roj nêzî 20 TL yan qezenç dike, û ji zabitayan jî gazincan dike.
Zaroka 11 salî Hacer Sezgîn jî ji 7 saliya xwe ve her sal vî karî dike. Wê  got: "Hemû zarok, dema dibe havîn, diçin betlaneyê, lê em neçar in bixebitin. Tiştek ji destê me nayê. Divê em alîkarî bidin malbatên xwe."

AMED