LÎNA CANKÊR / ANHA/GIRKÊ LEGÊ
Komên zarokan ên ser bi Navenda Çand û Huner a Aram Tîgran amadekariyê dikin ji bo beşdarî sêyemîn mihrîcana ″Hunerê zarokê″ bibin.
Mihrîcana ″Hunerê zarokê″ bi salan e ji aliyê TEV-ÇAND′ê ve tê organîzekirin û têde hunerên govend, stran û şanoyê têne pêşandan. Komên hunerî yên zarokan ji navçe û herêmên Kantonên Cizîrê beşdarî mihrîcanê dibin.
Mihrîcana bi rasthatina 1′ê Îlonê Roja cîhanê, îsal ji ber Cejna Qurbanê, 5′ê Îlonê wê bê lidarxistin.
Komên Zarokan ên ser bi Navenda Çand û Huner a Aram Tîgran, amadekariya beşdariya mihrîcanê dikin û li gorî agahiyên berpirsên navendê, îsal ji bo mihrîcanê 5 komên hunerî hatine amadekirin.
Di vê çarçoveyê de rojane li navendê perwerdeyên stran, govend, şano û mûzîkê hene. Ernesto Kajîn ku dewreyên perwerdeyê yên komên hunerî bi rê ve dibe, anî ziman ku mihrîcan du hefteyan bi beşdariya 14 komên hunerî wê bidome.
Kajîn got, mihrîcana zarokan wê di roja aştiya cîhanî de were lidarxistin, ji ber zarok sembola aştiyê ne.
Çanda Ereban jî îsal tê danasîn
Tişta ku mihrîcana îsal balkêş dike ew e ku komên hunerî yên ser bi Navneda Aram Tîgran amadekariya pêşkêşkirina çanda Erebî jî dikin.
Mamosteya perwerdeyê li navçeya Til Koçerê, Fatma Fercan diyar kir ku komeke taybet ji bo govenda Erebî tê amadekirin.
Mamoste Cûdî Mesûd jî destnîşan kir ku koma mûzîk û stranê du stranên li ser aştiyê amade kirine.
Zarok jî bi kela canê xwe beşdarî perwerdeyan dibin û amadekariya mihrîcanê dikin.
Mihrîcana yekemîn a ″Hunerê zarokê″ di Tebaxa sala 2015′an de û mihrîcana duyemîn jî di Îlona sala 2016′an de bi rê ve çûbû.