
Ziman yek ji wan mûcîzeyan e ku hilberînerê wê ne ferdek e, lê belê civakek e ku rabihuriya wê û îroroja wê xwe disipêre mîrateya tevahiya mirovahiyê. Ango tecrûbeyên tevahiya mirovahiyê ji destpêkê ve xwe di nava zimên de didin ser hev û vediguherin mayeyeke bi qedr û qîmet û tevahiya rê û rêçên aqil û mejî li ber me vedikin. Ha bi wê mîrateyê em mirov îro dikarin bifikirin, bipeyivin û bijîn bi vî rengê ku em xwe mirov bi nav dikin.
Helbet ji destpêkê heta dawiyê yek rengê ziman nehatiye pê. Bi hezaran ziman di vê rêya dirêj a mirovahiyê de çêbûn û hemû jî parçeyek in ji wê mîrateya giranbuha ku hem dîn û hem jî aqlê hevpar ê mirovahiyê êdî hem qebûl dike û hem jî bi mafê hebûn û parastina hebûna wan dihise. Ziman beşek ji çanda mirov e ku nasnameya wî jî herî zêde jê bi tesîr dibe. Ziman di bigewdebûna nasnameyê de ne bi tenê faktoreke pasîf lê belê aktorekî çalak e jî. Meseleya kirdebûna ziman, meseleyeke tevlîhev jî be, li vir em bibêjin ku ew bêhtir dişibe organîzmayeke zindî, dijî, digihe û heta dibe ku bimire jî; bi vê xisleta xwe mirov dikare hinekî be jî li aktorbûna zimên serwext bibe.
Girîngtirîn gav ji bo zindîkirina Kurdî
Ji bo çi ev gotinên li jor hîna jî babeteke zelal li ber min û helbet bi rengekî li ber we jî nîne! Lewma min pêşî niyet kir ku li ser hebûna Zarok TV binivîsim, hem behsa weşana wê, tesîra weşana wê û ji bo zarokên Kurd û civaka wan maneya wê bikim. Lê belê dema ku min destê xwe avêt qelemê, min zend û bendên xwe vemalîn li nivîsê, nûçeya reşkirina ekranên gelek televizyonên Kurdî belav bû; di nava wan de jî Zarok TV hebû. Zarok TV ne kanaleke televizyonê ya zarokan a ji rêzê ye; ew hem wek proje, ne projeyeke ji rêzê û hem jî wek amûra armanca zindîkirina zimanên Kurdî, nexasim Kurmancî û Kirmankî ne amûreke ji rêzê ye. Ew ne asayî ye, lewma di nav civaka Kurd a Bakurê Kurdistanê de du zimanîbûnê teşwîq dike; peyvên Kurmancî û Kirmanckî ji bo heman tiştê weşandin, ne karekî asayî ye, ew bi duzimanî-kirina (li vir ev peyv dikare weke du şêwezarîkirin jî were xwendin) zarokên Kurd, dike ku ziman bêhtir bi dewra xwe ya diyarkirin û înşakirina nasnameyê rabe.
Dijminekî dagirker helbet wê destdirêjiyê bike
Bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnan de pêr êvarê hikûmeta dewleta Tirk di nav de Zarok TV û kanalên bi Kurdî jî weşanê dikin ên weke Jiyan TV û Azadî TV jî di nav de 10 kanal ji satelîta weşana wan dike Turksatê derxistin. Bi vê re jî ekranên van kanalan reş kirin. Muhtemel e ku ev kanal di rojên li pêşiya me de bi biryara Saziya Bilind a Weşanê ya dewlet Tirk RTÜK`ê ve bi temamî werin girtin, jixwe vê saziyê berê bi dehan caran bi sedemên dijminahiya miletê Kurd cezayên giran ên madî û rawestandina weşanê li van kanalan birrîbû û her dibirrî. Zarok TV ji bo civaka Kurd a ku ji bo zarokên wê tevahiya meydanên zimanî hatibûn dagirkirin veguherî holikeke bêhndayînê, li xwe vegerînê û xwebûnê. Di civaka Kurd a li Bakurê Kurdistanê li gelek bajaran nifşên nû û dêûbavên wan ji hev fêm jî bikin bi Kurdî, bi hev re êdî bi Tirkî dipeyivin. Tevî ku nifşê pêşî yê beriya wan hîna Kurdîaxêv e, nifşê dêûbavan duzimanî diyar e, û nifşê zarokan jî her diçe ber bi meyla Tirkîaxêviyê ve diçe, heke bi Kurdî zanibe jî, bêhtir bi rengekî pasîf a têgihiştinê û ne bi rengê aktîf ê bikaranîna di nava jiyanê de. Ha ji ber ku Zarok TV veguherî meydaneke zarok karibin pê hem li Kurdî guhdarî bikin, hem pê Kurdî fêr bibin û hem jî karibin pê Kurdiya xwe çalak bikin, qet nabe ku mirov metelmayî bibe ji ber reşkirina ekranên wê: Dijminekî dagirker, helbet wê destdirêjiyê bike û vê meydana zimanê Kurdî ya ji bo zarokan, hewl bide teng bike.
Ev çepera parastina Kurdî nabe were berdan
Min dixwest hîna behsa weşandina wêneyên zarokan ji deverên cihê yên li Zarok TV temaşe dikin û rola wê du teşwîqkirina temaşekirina Zarok TV’yê de jî binirxînim. Behsa hinek stranan û hin bernameyan bi kite kit bikim, lê dagirker gelek caran dikin ku mirov rojeva xwe kêm jî be biguhere. Ji ber wê jî dixwazim vê gotarê bi wê yekê bi dawî bikim, ka ev kanal ji bo Kurdî çiqasî girîng e. Siberoja zimanekî u di serî de min şiband organîzmayeke zindî, girêdayî wan nifşan e ku wî zimanî weke zimanê dazikê fêr dibin û bi kar tînin. Heke zimanek di pêvajoyên asîmîlasyon û qirkirinê yên cihê re derbas bibe û di dawiyê de çi ji ber asîmîlasyona nerm (bi avantajên ji bo zimanê serdest û dezavantajên ji bo zimanên din) û çi jî ji ber asîmîlasyona hişk (qirkirina fizîkî, qedexekirina ziman a bi tevahî yan jî qismî û hwd.) nifşê dawî yê civaka bi wî zimanî dipeyive, êdî zimanê serdest ji xwe re kiribe zimanê dayikê, ew ziman êdî li ber mirinê ye; di sekeratan de ye. Ji bo ku Kurdî li Bakurê Kurdistanê negihêje vê qonaxa vegera jê pirr zehmet, divê xwedî li Zarok Tv were derketin û heta gelek meydanên mîna wê werin afirandin. Bi kurt û Kurmancî, ev çeperê parastina Kurdî, nabe ku were berdan.
LUQMAN GULDIVÊ
Ekraneke pedagojîk û dîdaktîk
Zarok TV bi filmên karton ên zarok hez dikin li aliyekî zarokan ber bi xwe ve dikişîne, li aliyê din bi bernameyên xwe yên pedagojîk, wan fêr dike di rewşên cihê yên jiyana rojane de karibin pirsgirêkan çareser bikin, bi ser de jî ji bîr nake ku kesayetên di jiyan û dîroka Kurdan de di warê huner, edeb û hwd. Bûne xwedî tesîr bide nasîn. Ango temaşekirina Sifinc Bob bi Kurmancî yan jî Kirmanckî, ne bi tenê temaşekirina filmeke karton e, ew berxwedaneke zimanî ye ku bi îradeya dêûbav û zarokan a kolektîf ketiye dewrê. Ximşê û Pixşo hem pedagojîk û hem dîdaktîk hatine fikirîn, di karekterên ku bi diyalog û bi paketên xwe yên amadekirî, zarokan ji bo rewşên cihê yên lihevnekirinê û lihevkirinê amade dikin. Li aliyê din kanalê bi bernameya Dora Te ji bîr nekiriye ku înteraktîf be û mîkrofonê dide zarokan û berê kamerayan jî dide wan. Gerçî, bernameya Kenkenok jî heta radeyekê înteraktîf e û bang li temaşevanên piçûk dike vîdyoyên xwe bi Zarok TV re parve bikin. Kanal wekî din bi klîbên ji bo stranên zarokan, ji bo guhên zarokan ne tenê fêrî gotinên Kurdî, lê her wiha fêrî meleodiyên Kurdî jî bibin, gaveke girîng avêtiye.
Kanalên Kurdan girtin
TURKSAT ku li Tirkiyeyê kanal bi ser wê re weşanê dikin di serî de Jiyan TV, Azadî TV, Denge TV, Zarok TV, Hayat TV, TV10 û Van TV weşana gelek kanalên televîzyonan girt.
Heta niha daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn lê tê gotin ku bi fermana serokwezîrî di çarçoveya OHAL’ê (Rewşa Awarte) de weşana kanalan hatiye rawestandin.
Jiyan TV li Amedê bi Kurdî bi zaravaya Kirmanckî weşana xwe dikir ku yekemîn kanala bi Kirmanckî bû. Zarok TV jî navenda wê li Amedê bû û ji bo zarokan weşand dikir. Van TV li Wanê wekî kanaleke Kurdan, bûbû dengê Kurdan. Hayat TV jî kanala dengê hemû kedkaran, çepgirt, demokratan bû. Her wiha têde bernameyên bi Kurdî jî hebûn. TV10 jî wekî dengê Elewiyên demokrat weşana xwe dikir. Azadî TV jî navenda wê li Amedê û dengê Kurdan radigihand.
FEDA’yê ji bo TV 10 banga piştgiriyê kir
Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA) li ser girtina 10 qenalên televîzyonê daxuyaniyek da û banga piştgiriyê kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, TV 10 ku dengê Elewiyan e, yek ji qenalên hatine girtin e û hat gotin, “Girtina TV 10 ku deng, dil û zimanê civaka baweriya Elewî ye, nîşan dide ku AKP dixwaze bê şert û merc hemû mûxalîf û alîgirên demokrasiyê serî li ber desthilatdariya wan bitewînin. Lê tê zanîn, Elewî li dijî her şêwe darbeyê ne, her tim bi serbilindî têdikoşin û bindestiyê ti carî qebûl nakin.”
FEDA’yê di dawiya daxuyaniya xwe de banga xwedîderketina li TV 10 kir.
NAVENDA NÛÇEYAN