Em do zarok bûn, me bi kurdî dilîst û em bi kurdî diaxivîn. Roj hat em çûn dibistanên tirkî, mejiyê me bi tirs û çoyên tirkî hêdî hêdî hat şuştin û bi tirkî hat dagirtin. Em niha li ser 65 salî re ne. Hinên me li ber pêla bişaftin û xwebişaftinê (xweasîmîle) ketin. Piraniya me bû tirk û man, ango bûn tirkmenên nû, devşîrmên nû. Dewleta tirk li me dinêrin û ji azmûnê xwe yê salan vê pêvajoya helandinê pir baş dixwîne. Ango asîmîlekirina zarokên gel û neteweyekê têkbirina wî gelî û wê neteweyê ye.
Nebêjin de baş e, çi têkiliya ZAROK TV bi vê xinizî û helwesta dagirkerên tirk re heye! ZAROK TV bi çalakiyên xwe, bi bernameyên xwe bi kurdî lêbangî li mejî û giyana zarokên kurd dikir, gotin û biwêjên bi zimanê kurdî di bîra zarokan de diçand, di bîran de dibû sûrên pêşîlibişaftinêgirtinê. Vê çalakiya ziman ya wek şoreş ê dagirker tirsand.
Bîra gelekî di lîstikên zarokan de, di çîvanok û mamikên zarokan de, di henek û kenên zarokan de veşartiye. Mînak lîstika „kumrevandinê,“ zarokek kumê zarokekî direvîne û dibêje: „Gîrî gîrî, heba tirî tu vî kumî ji min nagirî!“ Yê kumê wî/wê hatî revandin jî dibêje: „Kumê birî, naçe serî, biçe serî, dike gurî, gurî gurî ku de terî!“ Dibe bi me tenê wek tiştekî pêkenok, dilgermiyê jî were, lê em baş dizanin ku di vê çîvanokê de gelek rastî veşartîne, gelek kodên zimanê kurdî û bîra kurdî veşartî ne. Ev bi awayekî xwezayî di cihana bîra zarokan de rûdine.
Dîsa ken û axaftinên fîlmên karton jî li gor zimanan diguhere, dema fîgûrên karton bi kurdî diaxivin, dibin karekterên kurd, axftinên wan di zimanê kurdî de hê xweşiktir û şîrîntir tê guhan, wek mînak di çîroka „Heft karik û gur“ de dema karik bi hev re bi awayê stranî dibêjin „Na na na na naaa naaa! Em venakin na naaa!“ bi serê xwe reng û awazeke wisa ye ku bê mirinê ti metodên serîşuştinê nikane ji mejiyan derxe.
Dagirker ne wekî me ne, ew xwedanê psikolog, îdeolog, pedegog û pisporên bişaftinan e. Ew wekî me nafikirin, ew li gor giringîya ziman û projeyên demdirêj nêzîkê mijaran dibin. Li gor wê raporan pêşkêşê serkarê xwe dikin. Wek mînak; dema Suleyman Demîrel çûbû Mekadonyayê li gor raporên pisporên xwe ji kesên li wir bi tirkî diaxvin re gotibû: „Hûn çi dikin bikin, zimanê xwe ji bîr nekin, bi zarokên xwe bidin fêrkirin!“
Van pisporên asîmîlasyonê encamên van fîlmên karton yê bi kurdî û mejiyê kurdî di bîr û têgihîştina zarokên kurd de pêşxistî, ne tenê di warê ziman, di warê pêşketina cemkên bûyaran rastnirxandinê de jî raporkirine û ji vê serkariya paşverû û xwînxwar re şandine. Bi taybet ev aliyê pêşketina şiyanên rastfikirandinê RTE û tîma wî ya xwînxwar tirsandiye. Lew re ew ji mejî û şiyana ku kanibe bifikire ditirsin. Ew dixwezin tenê mejiyê bikane bibe kole, dûvikçiyên wan, serê wan bi dogmayên tarîkatan dagirtî dixwazin. Ku ev nebe, serkariya wan jî nikane li ser piyan raweste.
Dîsa di vî warî de nirxandinên gelek pisporên cihanê hene. Dagirkerên nijadperest bê navber sûdê ji azmûn û fikrên zanyarên cihanê jî werdigirin, li gor armanc û berjewendiyên xwe van angaştên zanistî bikartînin. Mînak Lîngûist Prof. Davîd Crystal mijara ziman wisa dinirxîne: „Zimanê di bin karlêka zimanê serdestan de eger axêvkarên wî bikanin têkevin nav sîstema perwerdehiyê, zimanê xwe bixwînin û binivisînin, wê bikane li pê bimîne û bi pêşbikeve.“
Dagirker her demê zanyariyan ji bo berjewendî û nîyetên xwe yê kirêt bikartînin. Wan ew 11 500 mamosteyên nijadkurd jî li ser bingehê vê zanyariyê ji kar girtin. Her çendî ev 11 500 mamoste wek diranên çerxa asîmîlasyonê di xizmeta zimanê tirkî de bûn jî, di warê pêşketina şîyana rastfikrandinê, xwe ji amûrbûyîna destê paşverûyan parastinê de ji zarokan re dibûn alîkar, bi tirkî û dizî jî ba, fikra kurdbûnê didan çandin. Ango têkiliya ji kargirtina mamosteyan û girtina Zarok TV jî bi hev re heye û li gor raporên pisporên dagirkeran pêkhatine.
Belê dagirker wisa kûr û demdirêj difikirin Lê EM KURD? Em jî dikanin wisa kûr bifikirin. Hima li vir Ewropê bi sedhezaran kurd di mal de bi zarokên xwe re bi tirkî diaxivin, fîlmên karton yên zimanê tirkî bi zarokên xwe didin sêrkirin, zarokên xwe naşînin dersên kurdî. Ma di navbera girtin /qedexekirina Zarok TV û van malbatan de çi cûdahî heye? Em ji Kenyayê hez nekin jî gotineke demezrînerê Kenyayê Jomo Kenyatta heye û pir girîng e: „Netewên di cihê zimanê xwe de zimanê neteweyên din bi zarokên xwe bidin fêrkirin, mîna dê û bavên ku zarokên xwe ji mirinê re bihêlin û xwedî li zarokên kesên din derkevin e!“ Bi hêvîya ku kurd bikanin di ronahiya van rastiyan de li girtina ZAROK TV û zimanê xwe xwedî derkeve.