Tişta herî balkêş di fêrbûna zimanê Kurdî de li Rojavayê Kurdistanê ew e ku kesên temen mezin ligel zarokan di dibistana Mehemed Selîm Xelef a Qamişloyê de bi hevre di yek polî de ne û temenê hinekan ji wan heftê sal e.

Umer ku yek ji wan xwendevana ye û temenê wî 40 salî ye, vê yekê bi parastina zimanê Kurdî ve girê dide ji ber ku ziman nasnama miletan e. Herwiha Birahîm Ehmed (35) derbarê vê mijarê de wiha axifî: ’’Sedema hatina min bo dibistanê fêrbûna zimanê dayika min e, ew zimanê ku bi salan em ji fêrbûna wê mehrûm bûne divê nifşên ku bên jî fêr bikin.’’
Hêjayê gotinê ye Umer, Xedîce û Birahîm di yek polî de bi zarokên temen 7salî heta 18 salî bi hev re xwe fêrî ziman dikin, ligel ku di hêla zanebûn, têgihiştin û têkiliyê de  di nav bera her du nifşan de cudahiyek heye lê hezkirina zimanê Kurdî wan dighîne hev.
Ne asan e ku mamosteyek rêveberiya polekî fêrbûna zimanê Kurdî bike ji pêkhateyên hemî temenan bin, babet ne tenê cudahiya temen an zanînê ye lê carna cudahiya temenê wan digihe zêdeyî pêncî salî.
Zara Xelo yek ji wan mamosteyan e ku kal jê hez dikin û dibeje: ’’Ez bi rêzgirtin xwe nêzîkî şagirtan dikim bê ku ez wan birîndar bikim, herwiha ji wan re her babetekî şirove dikim da bikaribin zû fêr bibin, pêwîste haya mamostayên zimanê Kurdî ji cudahiya navbera temen hebe di warê zanebûn, têgehiştin meseleyên siyasî û hemû tiştan de.’’
Zara wiha axifî: ’’Ez cudahiyê naxim navbera şagirtan, biçûk, mezin genc, zarok, keç, kur, herwiha ji hemiyan re dibêjim ku ziman ne girêdayî partiyên siyasî yan ol û mezheban e. Tenê di vê xolê de karê min fêrkirina zimanê Kurdî ye. Xelo ji BasNewsê re da zanîn ku ziman nasnameya miletane û got: ’’Bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê hezkirineke mezin ji ziman re heye. Ji bo vekirina kursên zimanê Kurdî û ji dest pêka sala 2011’an ve min gelek kes fêrî zimanê Kurdî kir.ne.’’ Hoşiya kurekî temen 11 salî ye û xwe amade dike ji aliyê ziman ve da pêşkêşkiriya bernameyeke zarokan bike di dezgehekî radyoyên Kurdî de. Ismail (27) jî dibêje sedema amedebûna wî di vî polî de parastina çand û zimanê wî ye.

 QAMIŞLO