
RÛKEN GOMAN/ŞÛJIN/GIRKÊLEGÊ
Zarokên Navenda Tev-Çand a Aram Tîgran xwe ji bo 3’yemîn ‘Mihrîcana Zarokên Rojavayê Kurdistanê’ amade dikin.
Li Girkê Legê ev du sal in ku “Mihrîcana Zarokên Rojavayê Kurdistanê” ji aliyê Navenda Çand û Hunera Aram Tîgran ve tê li dar xistin. Ev mihrîcan êdî veguheriya cejna zarokan. Mihrîcan îsal dê di 1’ê Îlonê de bê li dar xistin û zarok xwe ji bo mihrîcanê amade dikin. Mihrîcana ku çanda Kurdî bi zarokan dide nasîn dê bi beşdarbûna gelek zarokên Rojava pêk bê. Di mihrîcanê de beşên wek muzîk, şano, govend jî dê hebin û zarok hûnerê xwe pêşkêşî gel bikin. Komên zarokan ên Navenda Tev-Çand a Aram Tîgran a li Girkê Legê amadekariyên xwe dikin.
‘Bi kêfxweşî zarok huner dikin’
Rêvebera beşê zarokan a Navenda Çand û Huner a Aram Tîgran, Nesrîn Ehmed da zanîn ku ew jî xwe ji bo 3’yemîn mihrîcana zarokên Rojava amade dikin û derbarê mihrîcanê de got, “Di 3’yemîn mihrîcana zarokên Rojava de wê beşên şano, govend û muzîkê hebin, û îsal beşa lêxistina erbaneyê jî li van zêde dibe. Hunerê ciwan wê di van beşan de bên pêşkêşkirin. Îsal şano, muzîk û govenda herêma Amedê wê bên pêşkêşkirin û bi qasî sed zarokan wê beşdarî vê mihrîcanê bibin. Zarok bi displîn û kêfxweşî beşdarî perwerdeyên xwe dibin. Helbet bi vê yekê re wê encamên baş û pêşketineke xurt jî bê bi destxistin.”
Nesrînê destnîşan kir ku ew li kêleka perwerdehiya hunerî, zarokan fêrî çanda exlaqên civakî jî dikin û wiha axivî: “Em zarokan ne tenê fêrî huner dikin, li gorî têgihiştina wan, em rihê hevaltiyê bi wan didin nasîn. Pêwîst e ka zarok çawa bi rihê hevaltiyê bi hev re bidin û bistînin. Di heman demê de em zarokan fêrî çanda exlaqên civakî jî dikin ji bo ku siberojê li çanda xwe xwedî derkevin, li ser vî bingehî hêviyên me jî pirr mezin in ku wê mihrîcana zarokan a îsal serketî be.”