WELAT FIRAT / ANHA / KOBANÊ

Mehmûd Xelîl li Kobanê wa dibe 15 sal in, xetên xwe li ser tuwalan dineqişîne. Xelîlê 31 salî bavê du zarokan e lê huner jî hema hema bêje ji bo wî zaroka sêyemîn e, destê wî jê nabe.

Xelîl dibêje ku heta niha ew ji ber debara jiyanê di şert û mercên cuda de karên zehmet kirine, lê li rexmî hemû zehmetiyan jî dest ji çêkirina wêneyan bernedaye. Xelîl ku wênexêzên wekî Leonardo Da Vinci, Peter Paul, Michalengelo û Picaso ji xwe re mînak digire, dibêje, ew îlhamê ji êş û kêfxweşiyên Kurdan digire.

Dixwazim Guernicaya Rojava xêz bikim

Xelîl ku di gelek wêneyên xwe de balê dikişîne ser berxwedana Efrîn û Kobanê, di heman demê de portreyê kal û pîran jî çêdike. Xelîl tîne ziman ku di her rûyê qermiçî yê li ser tuwalên wî de êşên bi salan di nava xwe de vedişêrin. Xelîl mînaka tabloya Guernica ku hunermed Picasso di dema Şerê Navxweyî yê Îspanyayê de çêkiribû, dide û dibêje ku ew jî dixwaze Şoreşa Rojava bi xebateke wisa derbibire.