Mihrîcana Zarokan a Sûrê ku bi tevkariya 20 saziyan hat lidarxistin, di roja 5’an de li Kirklar Daxiyê bi şahiya bafirokan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi dawî bû. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn, Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Salîha Aydenîz û gelek zarok tevî malbatên xwe tev li şahiyê bûn.

 Di şahiyê de Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli axivî û got: “Zarokên Sûrê hatin ba hev û gotina xwe gotin, lîstikên xwe lîstin, bi stranan xweş kirin. Lê belê ya zêdetir hêviyên xwe mezin kirin û stranên xwe bi dengekî bilind gotin. Îro hatin vira, hemû weke bafirokên asîmanan azad û weke wan bi kêf in. Hevalên me yên di mihrîcanê de keda wan heyî û ev kêfxweşî li me peyda kirin, malavayiya wan dikim. Zarok bila tim cihên ku hêvî, başî, tenduristî û delalî lê heyî bijîn. Bila di nav aşitiyê de bijîn û bafirok azad bibin.”

   

 Kêfxweşiya zarokan hesteke xweş e

Pişt re Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn jî diyar kir ku îro roja mihrîcanê ya 5’an e, û got: “Me bêriya vê mihrîcanê kiribû û mihrîcaneke di cî de ye. Pevrebûyîna zarokên Sûrê û yên derveyî Sûrê pir girîng e. Ji ber ku Sûr him di warê dîrokî, him warê çandî, him jî di warê xwezayî de bi îzolasyonekê re rû bi rû ma. Herî zêde jî zarokan ji vê pêvajoyê bi tesîr bûn. Di şahiya bafirokan de, mirov nizane bi çi awayî hestên zarokan bilêv bike. Kêfxweşî, ken û liv û tevgera zarokan gelekî xweş e.”

 Bûlûttekîn diyar kir ku ew dixwazin çalakiyên xwe domdar bikin û got: “Em dixwazin her sal bi saziyên civaka sîvîl û komeleyên zarokan re ji vê berfirehtir hemû zarokan di bin sîwana çand û gelan de bînin cem hevdu. Armanca me ew e ku ji her çar parçên Kurdistan û welatên derve zarokan vexwînin û hevdîtineke berfireh pêk bînin.”

Divê zêdetir mihrîcan bêne çêkirin

Ji zarokên tev li şahiyê bûn Muhemmed Alî Erat ê 10 salî jî diyar kir ku şahî pir xweş e û bila şahiya bafirokan her tim were lidarxistin. Rejîn Atan a 12 salî jî diyar kir ku şahiya bafirokan pir xweş bûye û got: “Bi awayekî giştî mîhrîcan xweş bû. Ji bo zarok bi kêf bin divê zêdetir mihrîcan werin çêkirin. Pir kêfxweş im.”

 Bawer Aytek ê 13 salî jî got: ”Ji ber ku şaredariyeke baş heye zarok wê her tim kef bikin û zarok namirin. Wê li her derê kefxweşî û aramî hebe. Ji ber vê yekê malavahiya şaredariya me dikim.”

 

AMED