Va çendek e dîsa li Kurdistanê serdema kuştina zarokan destpê kiriye. Ev yek, wekî periyodeke xwezayî ya şerê qirêj car caran diqewime. Li her derê Kurdistanê, li bajarên Tirkiyê jî zarokên Kurd li ku derê bijîn, carinan rojimêreke kuştina wan destpê dike. Dawî li Agiriyê zarokên Kurd bi şêwazekî hovane hatin kuştin û laşên wan parçe parçe kirin. 

Begno, axano, hikumetno!.. Zarokan bikujin, zarokan!.. Kuştina zarokan hêsan e; dengê wan nizm e; bedenên wan lewaz e, qêrîna wan dernayê û gotinên wan bêtesîr in. Ne dewlemend in û parêzerên wan nîn in, bi siyasetê nizanin û hêza wan a siyasî tune. Her wiha lê binêrin, li ku derê ku zar tenê û bêxwedî ne li heman cihî lêdin, bi kulmê, bi fîşekan, bi gule û bi qundaxên çekan lêdin. Serê wan bişkênînin, guhên wan jêkin, çi ku ji destê we tê bikin. 

Ew zarok in, sibeha wan ne diyar e, mîna zebeşên nejêbûyî ne, kî zane hundirê wan sor e an zer e, kî dikare di derheqa wan de agahiyên dilsariyê bide? Ki dikare tirsa dilê we paqij bike? Çi ku ew zarok in, serê wan bi hewa, mêjiyê wan xetere ye. Dîtina wan zelal û tirs di dilê wan de ne xwedî war e. Ji ber wê lêdin... Li her derî... Her li bêrî, her li ber dêrî, li kolan û kûçeyan, li çiya û zinaran, li bajar û bajarokan, her li ku rastî we hat hema lêdin; çi ku ew bi gotinên çavtirsandinê, tu carî paşve nazivirin. 

Desthilatdarno, leşkerno, polêsno!.. Li zarokan bidin, li zarokan… Lêdana wan ji bo we tiştekî erzan e; hûn ê karibin bi guleyeke piçûk, bi kulmeke sivik, bi lêdaneke ku we newestîne lêdin... Heta ku xwîna wan nekeliya ye hûn birijînin wê xwînê, heta ku canê wan piçûk e nehêlin têra xwe can bigirin, heta ku dêhna wan qels e nehêlin bala xwe bidin ser rastiyên xwe, û hew lêdin... 

Heta ku têbigihîjin, we nas bikin, xwe nas bikin lêdin, çi ku ew hê zarok in, hê ciwakê, hê mafan nas nakin, hûn lêdin... Wisa lêdin ku bila hişê wan careke din neyê serê wan û lêdana we bigihîje armancê. Ji her tiştî wêdetir bala xwe bidin ser nesîhatên min, hê ku negihaştine ciwantiya xwe, heta ku negihîjin, lêdin... Jiyana wan ji destê wan hildin. Ew hê zarok in, ne nexwende ne, bi ziman nizanin, bi çîrokan nizanin, hê ji dagirkeriyê, hê ji zilmên we bêhay in, ji ber wê demildest, nehêlin, ji sibehê re neterikînin, aniha, ji niha ve lêdin... 

Jîtemno, kujerno, tîmên taybetno!.. Li dora xwe miqate bin, baş binêrin û li ku zarokan dibînin hema lêdin; ger hûn li wan nedin, jixwe desthilatdariya we hatiye ber hilweşînê, bi zorê li ser pî disekine, ew ê pergalên we hilweşînin, îmana xwe xera bikin.