Li Amedê 20 zarokên bi dezavantaj, bi xêz û çîrokên xwe “Mafên Zarokan” di kitêba bi heman navî de îfade kirin. 20’ê cotmehê ji bo kitêbê roja îmzeyan wê hebe.

Weqfa Alîkariya Mirovî û Koçberiyê (GIYAV) Kargeha Mafên Zarokan vekiriye û di bin banê kargehê de 20 zarokên bi dezavantaj, bi xêz û çîrokên xwe kitêba bi navê “Mafên Zarokan” çêkirin, kitêb hat weşandin. Tê de zarokan 10 wêne xêz kirine û 10 çîrok gotine.

 Zarokan di pirtûkê de mafên zarokan yên weke perwerde, hîndekarî, parastin, lîstik, hezkirin, tenduristî û kêfkirinê îfade dikin û zarok dê roja îmzekirina kitêbê amade bin.

Roja îmzeyan 20’ê Cotmehê li Mala Hunerê ya Laleşê ye û zarok bi xwe wê kitêbê ji xwîneran re îmze bikin.

Ji reveberên projeyê Dîlan Ok diyar kir ku proje bi desteka “Ji Bo Beşdariya Zarokan Mîkro-Fon” hatiye amadekirin û ji bo taybetmendiyên mafên zarokan derkevin pêş, wan ev xebat li gel zarok û malbatên wan bi rê ve biriye.

Zarok şa ne

Ok anî ziman ku bi vegotina zarokan, kitêb li ser mafên zarokan hatiye amadekirin: “Beriya xebatê, me zarok amade kirin. Em wek şahiyê axivîn. Dema zarokan bihîst ku wê bibe kitêb kêfa wan hat û bi kele canê wan rabû. Di kitêbê de bi wêneyan mafên zarokan cih digirin. Kitêb bi Kurdî û Tirkî ye.”

Suleyman Kiliç ê 13 salî ji bo kitêbê çîrokek nivîsandiye û tê de mafên zarokan yek bi yek bi nav dike. Ew balê dikişîne ser girîngiya mafên zarokan. Kiliç dibêje, ji ber ku ew ê kitêbê îmze bike, gelekî kela canê wî rabûye û xwest her kes beşdarî roja îmzeyan bibe.

Esma Donat jî ji wan zarokan e ku di kitêbê de dara mafên zarokan xêz kiriye, ew jî dibêje, gelekî kêfxweş e ku kitêb hatiye weşandin.

 

MA/AMED