Doh zêdetirî 15 hezar xwendekarên herêma Efrînê, li Şehbayê dest bi ezmûnên werza yekemîn a xwendinê ya sala 2018-2019`an kir.
Zêdetirî 15 hezar xwendekaran di her sê merheleyên xwendinê de, li 64 dibistanên kantona Şehbayê û navçeya Şêrewa dest bi ezmûnan kir.
Dê ezmûna devkî ji xwendekarên refên 1,2 û 3’yemîn ên seretayî re bê kirin û asta wan bê nirxandin.
Ji merheleyên din re jî dê heta 24’ê Çileyê ezmûnên nivîskî berdewam bikin.
Hejmara xwendekarên seretayî yên kantona Efrînê 11 hezar û 626, yên navîn hezar û 510, yên amedehiyê jî 510 in.
Her wiha li kantona Şehbayê hejmara xwendekarên pêkhateya Ereb ên merheleya seretayî 2 hezar û 300, yên navîn jî 40 xwendekar in.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku li Efrînê perwerdeya demsala xwendinê ya sala borî ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê rawestiyabû û gelek dibistan hatin rûxandin.
ŞEHBA