Navenda Aram Tîgran a Çand û Huner a navçeya Girkê Legê, komên girêdayî navendê yên ku beşdarî 4’emîn Mihrîcana Huner a Zarokan a Herêma Cizîrê bûbûn, xelat kirin.4’emîn Mihrîcana Huner a Zarokan a Herêma Cizîrê, 1’ê Îlonê de hatibû lidarxistin.
Bi armanca xelatkirina komên beşdarî mîhrîcanê bûbûn, Navenda Aram Tîgran a Çand û Huner şahiyek li hola navendê li dar xist. Bi dehan şênî û endamên koman beşdarî şahiyê bûn.
Di şahiyê de komên Şehîd Serhed, Şehîd Yekta, Berfa Çiya û Kulîlkên Stranê stranên gelêrî pêşkeş kirin.
Şahî bi xelatkirina endamên komên zarokan ku beşdarî 4’emîn Mihrîcana Huner a Zarokan bûne, bi dawî bû.
ANHA / QAMIŞLO