Bi destpêkirina Operasyona Cenga Mezin a kontrolkirina Reqayê şervanên QSD'ê heta niha bi dehan Kurdên Êzîdî rizgar kirin û bi rêya şervanên Êzîdxanê radestî malbatên wan kirine. Herî dawî jî zarokê bi navê Xêrî Dirbo, yê ji eşîra Zendîna ku di sala 2010'an de li gundê Werdiyê Şengalê ji dayikbûye, ji aliyê şervanên QSD'ê ve hate rizgarkirin.
Mamê Xêrî ku nexwest navê xwe bide, têkildarî Xêrî ku ji destê çeteyan hatiye rizgar kirin axivî û got: "Xêrî tevî hemû endamên malbata xwe dikeve destê DAIŞ'ê. Malbata wî ji 12-14 kesan pêk dihat. Dema Xêrî dikeve destê wan, 4 salî bû, niha 7 salî ye. Xêrî 3 salan di destê DAIŞ’ê de ma. Mixabin niha Xêrî zimanê dayika xwe ji bîr kiriye û bi Erebî diaxive. Xeyrî ne tenê zimanê dayîka xwe ji bîr kiriye, di heman demê de dê û bavê xwe jî ji bîr kirine.
Xeyrî tevî ku hîn temenê wî pirr biçûk e jî, dema pirs jê tê kirin xemgîn dibe û naxwaze bersiva pirsan bide.
Pismamê Xêrî, Fêsel Revo diyar kir ku şervanan Xêrî ji destê DAIŞ’ê rizgarkiriye û got: “Hevalan Xêrî rizgar kir. Dema heval dikevin bajarê Reqayê 3 kesan dîl digirin. Dema wan digirin, ew li xwe mikur tên û dibêjin, zarokekî biçûk ê Êzîdiyan li gel malbateke bi navê Ebû Emer e. Şervan xwe digîhinin wê malbatê lê, malbat red dike û dibêje, ev zarokê wan e. Lê, kesên dîl ketine destê hevalan, dibêjin, ew zarokekî Êzîdî ye û vê malbatê ji xwe re kiriye."
ROJNEWS/ŞENGAL