Milhim Berekat ê xwendakarê li Şengalê ku bi eşq û hezkirineke mezin resiman çêdike, dibêje, ez hêvî û êşên xwe li ser kaxizan resim dikim.

Milhim Berekat 14 salî ye xelkê gundê Borkê ye û 4 sal in dest bi çêkirina wêneyan kiriye. Milhimê 14 salî berî fermanê dest bi çêkirina resiman kiriye, lê piştî fermanê ji ber êş û teşqeleya jiyanê dev jê berdaye. Lê piştre dîsa dest pê kiriye. Ew dibêje, pêşî li ser kartolan resiman çêkiriye û piştî demekî jî li ser kaxizan çêkiriye.

ŞENGAL