Di nava wan koman de ku şervanên QSD`ê ew ji gundê Baxoz ê Dêra Zorê rizgar kirin, zarokê Êzîdî yê bi navê Celîl Xelîl heye.

Tîmên taybet ên girêdayî QSD`ê pêrqederê hezar kesên sivîl û malbatên DAIŞ`iyan ji gundê Baxozê ango baregeha dawîn a çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir. Di nava komên dawîn de, zarokê bi navê Celîl Xelîl ê 15 salî yê ji gundê Werdiye yê girêdayî Şengalê jî heye.

Çeteyên DAIŞ`ê di êrişên sala 2014`an de ji Şengalê bi hezaran Êzîdî revandin. Hingê jî zarokê bi navê Celîl Xelîl 10 salî bû.

Li gorî Celîl Xelîl, çeteyên DAIŞ`ê ew bi xwe re birin gelek herêmên Bakurê Sûriyê.

Piştî tedbîrên pêwîst ji aliyê QSD`ê ve hatin girtin, Celîl Xelîl birin nuqteyeke eskerî ya QSD`ê û amadekariyan dikin da ku wî radestî Mala Êzîdiyan bikin da ku ew jî wî bişînîn Şengalê.

 

ANHA / DÊRA ZOR