Zarokên Agir agir bi erdê dixin
Înîsîyatîfa Zarokên Agir li Balikesîr, Stenbol û Izmîrê gelek çalakiyên şewitandinê pêk anî. Li gorî daxuyaniya Înîsîyatîva Zarokên Agir di navbeyna 27-29’ê Hezîranê de li gelek bajaran 11 çalakiyên şewitandinê kirin.
Li gorî vê; 27’ê Hezîranê li Edremîtê ya Balikesîrê hêwana sporê hate şewitandin. Li Bûrsayê jî, li kolana Alanyurt Uludagê wesayiteke luks hate şewitandin.
28’ê Hezîranê li navçeya Sariçamê ya Edene fabrîkaya nîşastayê ya li ser 2500 metroçargoşeyê hate şewitandin, li Bûrsayê dikaneke faşîstan, li eynî bajarî tesîseke plastîkan a li qadeke berfireh avakirî, li Manîsayê fabrîkaya plastîkê ya li organîzeya sinayî, li Entalyayê komikên hişkirî, li navçeya Karabagê ya Izmîrê fabrîkaya mobîlyayan, li navçeya Şîşlî ya Stenbolê atolyeya tekstîlê, li otogara navbajarî ya Izmîrê otoboseke rêwiyan a ‘Tirkan’ hate şewitandin.
29’ê Hezîranê li Bûrsa Gursuyê fabrîkayeke veguherandinê hate şewitandin.
Yekîneyên Jinan fabrîke şewitandin
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Zîlan a YPS-Jinê ji bo bîranîna Zeynep Kinaci ku sala 1996’an çalakiya fedayî li dar xist, di çarçoveya ”Pêngava tolhildanê ya li dijî mêtingerî, sîxur û nokeriyê” de li Ordû, Manîsa û Îzmîrê çalakî li dar xist.
25’ê Hezîranê êvarê li navçeya Altinordû ya Ordûyê febrîqeyeke rûn a kesekî piştevaniyê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê dikir bi giranî îmha bû.
28’ê Hezîranê li navçeya Yûnûsemre ya Manîsayê li herêma pîşesaziyê, febrîqeyeke bermahiyên kîmyewî yên kesên qaseya pere ya rejîma AKP-MHP’ê bi temamî hate îmhakirin.
29’ê Hezîranê li navçeya Bornova ya Îzmîrê qadeke rekreasyonê şewitandin. Şewat her wiha li derdorê jî belav bû û bû sedema xisareke mezin.”
Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo bîranîna Zîlan, Gulan û Sema Yuce wan li Stenbolê du çalakî kirine û 4 erebe şewitandine û pankarta bombeyî li rêyekê danîne.