Însiyatîfa Zarokên Agir li bajarên Tirkiyê Kocaelî, Bûrsa, Denizlî û Stenbolê du fabrîka, du wesayit û îmalatxaneyek dane ber agir. Li gorî daxuyaniya Însiyatîfê, 3'yê Tîrmehê Zarokên Agir li navçeya Gebzeyê ya Kocaeliyê fabrîkayek bi temamî şewitandine. Heman rojê jî li Bûrsayê, li Sinayiya Organîze jî fabrîkayek bi temamî hatiye şewitandin û di dema şewitandinê de demeke dirêj kesî mudaxele nekiriye û vê jî kiriye ku karxane bi temamî bibe xwelî. 4'ê Tîrmehê li navçeya Înegolê ya Bûrsayê wesayiteke 'lûks a faşîstan' hat şewitandin. 5'ê Tîrmehê jî li Arnavûtkoyê ya Stenbolê îmalatxaneyeke mobilyayê hat şewitandin. Avahiya 4 qatî bi temamî şewitî. Li navçeya Merkezefendî ya Denizlî wesayita şexsekî faşîst hat şewitandin. NAVENDA NÛÇEYAN