Li gorî kontrola tenduristî ya bi hevkariya Şaredariya Mezin ya Amedê û Şaredariya Rezanê Navenda Tenduristiya Zarokan hat birêvebirin de encamên balkêş derketin. Gundên Saridalli, Kabahidir, Develî, Karavelî û Asî yên girêdayî navçeya Rezanê û weke herêmên pîlot hatîn bijartin, yekîneyên tenduristiyê di kontrola tenduristiyê de, di zarokan de ji sedê 90 paşketina mezinbûn û pêşketinê, sedê 50 nexweşiya anemî û sedê 40’an de jî parazîtel û çerm hatin dîtin. Di derbarê mijarê de ji bijîşkên Navenda Tenduristiya Zarokan Murat Artan daxuyaniyek da û got; “Di zarokan de ew rastî pirsgirêkên giring hatine û di paqijiyê de jî kêmasî hene.”
Kontrola tenduristî ku li ser hezar û 517 kesan hat birêvebirin, dest bi dermankirina nexweşên şekir û tansiyona wan bilind hate kirin.
ANF/AMED