RÊBAZ HESEN ANF/BEHDÎNAN Zarokên ku bi biharê re tevî malbatên xwe diçin zozanan, li ber Reşmalan dilîzin û zozanên rengîn bêhtir dixemilînin. Bi biharê re li Başûrê Kurdistanê welatiyên zozanvanî, tevî pezê xwe berê xwe didin zozanan. Zarok jî li ker, hêstir û hespan siwar dibin û tevî malbatên xwe berê xwe didin zozanên Goşin, Kêlaşîn, Xinêrê û Lolanê. Ji zarokên ku me ew li zozanan dîtin, dibe ku hinek ji wan li zozanan ji dayik bûne. Hinek jî li bajar û gundan. Rêwîtiya ber bi zozanan ve ji bo zarokan cihê kêf û şahiyê ye. Hevalo berxo, kehriko Zarok kom bi kom li ber Reşmalan ji xwe re dilîzin. Wan ji xwe re heval jî peyde kirine. Berx û kehrik ji bo zarokên li zozanan bûne heval. Lo şivanê berxika Zarok her sibeh tevî dê û bavê xwe ji xewê radibin. Carinan bi dawa dayika xwe digirin û li pey wan digirîn. Carinan jî bi şalwarê bavê xwe digirin û pê re diçin ber pêz. Her wiha şivantiyê ji berx, karik, qaz û mirîşkan re jî dikin. Di dema bêriyê de tevî dayika xwe diçin bêriyê. Hewl didin li ber heywanan bin. Çêkirina xanî ji kevir û heriyê, lîstika wan e. Roma reş zarokan ditirsîne Bi kêf û xweşiyeke mezin, ber destê sibehê pêşwazî li jiyanê dikin. Lê belê yên ku vê jiyana bedew diherimînin nasekinin. Ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirk û liv û tevgera wan a li herêmê, zarok ditirsin. Gava dengê balafiran dibihîzin, direvin û diçin cem dê û bavên xwe.