Mamoste û Rêveberiya Saziya Zimanê Kurdî Cîhan Mihemed derbarê perwerdeyê de axivî û ev agahî dan: “Di Saziyê me de bêtirî 90 zarokî hatine qeydkirin, ji van zarokan 40 zarok ji pêkhateya Ereb in û ji bo bi awayekî lezgîn bêne fêrkirin ew ji zarokênKurdan cuda kirine. Zarok li gorî temenê wan li girûpan hatine dabeşkirin.”  Li taxa Şêxmeqsûd hejmara giştî ya şagirtên ku fêrî zimanê Kurdî dibin bêtirî 400 şagirt in. 

HELEB




'Wê Celadet di wijdanê Kurdî de sax bimîne'

Saziya Zimanê Kurdî ya bajarê Serêkaniyê derbarê kurtejiyana Mîr Celadet Bedirxan semînerk li navenda Waşokanî a bajêr organîze kir. di semînerê de hate gotin ku dê Celadet di wijdanê Kurdî de sax bimîne.
Di çarçoveya çalakiyên pêşwaîkirina cejna Zimanê Kurdî Saziya Zimanê Kurdî ya bajarê Serêkaniyê bi amadebûna dehan xwendekar û welatiyên Suryan, Kurd û Ereb li navenda Waşokanî ya bajarê Serêkaniyê derbarê jiyana Mîr Celadet Elî Bedirxan de semînerek lidar xist.
Semîner bi rêzgirtinê dest pê kir û semîner ji aliyê Rêvebera Saziya Zimanê Kurdî Nisrîn Doko hate dayîn. Nisrîn Doko bal kişand ser rola lêgerîner û wêjevanê Zimanê Kurdî Mîr Celadet Bedirxan a di pêşxistin û parastina zimanê Kurdî û di damezirandina Alfabeya Zimanê Kurdî ya Latînî de. Nisrîn Doko got ku wê di her demê de Mîr Celadet Elî Bedirxan di wijdanê Kurdî de sax bimîne.
Semîner bi bersivdayîna pirsên beşdaran bidawî bû.

SERÊKANIYÊ




Navên 19 dibistanên Amûdê bûn Kurdî

Bi nêzîkbûna roja zimanê Kurdî re Konfedresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz navê 19 dibistanên bajarê Amûdê veguhertin zimanê Kurdî.
Di çarçoveya kampaya guhertina navên dibistanan ku ji aliyê Konfedresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz ve beriya du rojan hetibû destpêkirin de, endamên konfedresyonê navên 19 dibistanên bajarê Amûdê veguhertin zimanê Kurdî. Li dibistanan navên rewşenbîr, helbestvan, hunermend û nivîskar ên wekî Cigerxwîn, Mihemed Şêxo, Ehmedê Xanî, Aram Tîgran û Viyan Amara hatin kirin.