ESRA ER/ŞÛJIN/DÎLOK
Hunermenda mozaîkê, Încî Aykaç li atolyeya ku li xana dîrokî avakiriye, kelecana afirandina nûbûnê ya bi keviran re fêrî zarokên kêmendam dike. Încî Aykaç a 52 salî, beriya bi 14 salan bi projeya ku Odeya Bazirganiyê ya Dîlokê daye destpêkirin, hunerê mozaîkê hîn kiriye. Încî peykerê mozaîkê yê jinê yê li Bajarê Antîk yê Zeugmayê ya ku li di bin ava gola Bîreçîkê de mayî ya navçeya Nîzîpa Dîlokê, dîtiye û vê yekê tesîr lê kiriye. Încî hez dike ku keviran bilebike, piştî di huner de dibe hoste, li Xana Budeyrî de dukan vekiriye.
Înci hunerê mozaîkê wiha vedibêje: “Em kevirên rengîn yên rast hatine birrîn li gorî pergalekê tînin gel hev û bi parçeyên biçûk mozaîkê derdixin holê. Mozaîk hunerek bi kok ya li Mezopotamyayê derketî ye. Di roja me ya îro de her diçe belav dibe.”
Încî niha dukanê hem ji bo firotina mozaîkan û hem jî wek kargerî bikar tîne. Încî sirra keviran bi zarokên kêmendam re jî parve dike û van zarokan perwerde dike. Încî diyar dike ku bi keviran mijûlbûn ji bo zarokan jî gelekî baş e.