Li Mala Piştgirî û Perwerdeyê ya Şaredariya Baglarê ji bo 16 zarkan amadekariya lîstika xwe ya bi navê ‘Hansel û Gratel’ dike. Lîstika ku derhêneriya wê ji aliyê endamê komeleya Fluchtlîngskîncan a Amedê Barbara Wachendoff ve tê kirin dê di 2’ê cotmehê de derkeve pêşberî temaşevanan. Lîstik bi xwe çîrokeka klasîk a zarokan a Elmanî ye. Mijara listikê dram e. Di lîstikê de ‘Hansel û Gratel’ xwişk û birayê hev in. Her du xwişk û bira zarokê malbateka xizanin. Zarok, dema li nava daristane derdikevin xwarinê winda dibin. Piştî li daristanê rêya xwe winda dikin, rastî gelek zor û zahmetiyan tên.
Lîstik rojê 7 saetan bi tempoyeke mezin didome. Ji bo lîstikê zarokên serkeftî û jîr tên hilbijartin. Hîndekarê şanoyê aktiristê Alman Wachendoff, diyar kir ku piştî di dawiya rojê de xebatê wan bi dawî dibin, rojê bi zarokekî re li ser malbata wan û aboriya wan sohbetê dikin. Lîstikvanê bi navê Halîl Îbrahim Arslan ê 11 salî diyar kir ku dema nû beşdarî lîstikê bû pir aciz bû, lê piştî ku fêr bû û şûnde êdî tamek gelek xweş ji lîstikê distîne.
Kêfa zakoran li cih e
Lîstikvanê zarok Sedanur Şîmşek a 12 salî jî anî ziman ku hem listikê fêr dibin û hem jî li keyfa xwe dinerin û zewqekê ji vê yekê digirin. Şimşek, anî ziman ku lîstika şano ji bo wê pir bi şoc û xweş e. Sedanurê gotinê xwe wiha anî ziman: “Ez bi heskirin rola xwe dilîzim. Ji ber vê yekê dema min pir xweş û tije derbas dibe. Mamosteya me Wachendoff jinek pir baş û bi coş e.”
Koordinatora Mala Piştgiriyê ya Şaredariya Baglarê Serra Bucak jî anî ziman ku bi taybetî armanc dikin ku bi zarokên mexdûr ê koçberin re di aliyê çandî, civakî û aborî de bibin alîkar û Bucak, anî ziman ku hunerê zarokan ên li ser şano, seramîk, wêne û gelek tiştên din diceribînin û li gorî hewldan û hunerê wan wan dixin nava karbeşiyekê.
AMED