Di çarçoveya şahiyên Newrozê de îro li paytexta Birîtayna Londonê zarokên Kurd li navenda Komeleya Kurdî kom bûn û şahiya Newrozê lidar xistin. Di şahiya Nerwozê de zarokan helbest, mûzîk , stranên netewî û şano pêşkeşî mêvanên xwe kirin. Her wiha di şahiyê de di navbera komên “Azadî û Aştî” yên zarokan de pêşbirkek pirsan derbarê çanda Kurdî de hate lidarxistin. Piştî pêşbirkê zarokan dîlan gerandin. Tê payîn ku di 20’ê adarê de jî ciwanên Kurd ên birêtaniya şahiyekê lidar bixin û agirê Newrozê jî gur bikin.

LONDON