Ronî diyar kir ku wan li hemberî bêdengiya dewletê ya daxwaza gelê Kurd a perwerdeyê altarnatîfên xwe pêş xistine û wiha got: “Heta niha ji bo vî mafê gelê Kurd yê rewa bê rojevê çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin. Îsal jî dê ji bo bidesxistina vî mafî bi heman rêbazî hefteyekê dibistanê pergalê dê hefteyekê bê boykotkirin. Ev bertekek li hemberî dewletê ye ku heta niha tu gav neavêtiye.”
Ronî bal kişand ser cudahiya boykota îsal û wiha got: “Di civaka me de ji ber vê çalakiya me pirsa ‘alternatîfa we heye?’ dihat kirin. Lê îsal em dikarin bêjin alternatîfa me heye. Gelê Kurd bi avakirina dibistanên xwe dikarin perwerdeya xwe ya bi zimanê dayikê bibîne.” Ronî got ku wan wekî destpêkê û heremên pîlot ên wekî Gevera Colemêrgê, Cizîra Şirnexê û Rezana Amedê dibistan ava kirine û wiha got: “Em ê di dibistanên xwe de dest bi perwerdeyê bikin. Ji bo daxwaza gelê Kurd jî dê ev dibistan bibe gaveke destpêkê.”
Ronî da zanîn ku bi vekirina van dibistanan li Kurdistanê dê qedexe û pişaftina dewleta tirk a bi dehsalen e li ser gelê Kurd dimeşîne bê sekinandin, şikandin û li ser daxwaza gel dê hejmara van dibistana zêdetir bibe. Ronî bang li gelê Kurd jî kir xwest malbat zarokên xwe neşînin dibistanên dewletê û piştgiriyê bidin boykotê.
Ronî wiha got: “Divê hemû gelê me piştgiriyê bide vê boykota ku dê hefeyekê bidome. Ji dibistana seretayî heta zanîngehan divê hemû xwendekar neçin dibistanên xwe û destekê bidin vê boykotê. Tevlibûn çiqas zêde be dê daxwaza me ewqas bersiva xwe bibîne.”
DÎHA/AMED