1’emîn Rojên Ma Mûzîkê bi pêşangeha xwendekarên kursa sentûr, keman û kemançeyê di roja xwe ya 3’yem de berdewam kir. 1’emîn Rojên Ma Mûzîkê ku wê 5 rojan berdewam bike pêr bi pêşangeha xwendekarên kursa sentûr, keman û kemançeyê di roja xwe ya 3’yem de li Ma Mûzîkê saet di 19.00’an de domî. Xwendekarên Ma Muzîkê yên bi mehane xebatên xwe yên cur bi cur ku dabûn dest pêkirin pêr pêşkeşî gel û malbatên xwe kirin. Bernameya ku ji aliyê xwendekarên enstruman lêdidan hat pêşandan bi coş û kêfxweşiyek mezin hat pêşwazîkirin û moral da temaşevanan.

Di pêşangehê de zarokên ku bi mehane perwerdeya sentûr, keman û kemançeyê dibînin wekî mirovên zana li sentûr, keman û kemançeyê dan. Lê kelecana van zarokan di rûyê wan re xuya bû. Her wiha malbatên ku ji bo li zarokên xwe temaşe bikin jî ji bo bernameyê amade bûn û kelecana zarokên xwe parve kirin. Kelecana zarokên ku amûrên muzîkê bi kar tanîn ewqas zêde bû ku dibû sedeme xwe ji bîr bikin.  


 AMED