Zarokên me yên firotinê tune ne


Encu, diyar kir ku ji bo îdiayên malbat ji PKK'ê ditirsin ji bo vê jî tezmînat nagirin hers bû û got alîgerê kuşt ne PKK'ê yê yek qatîl heyeê ew jî dewletê. Encu wiha axivî: "Ger Erdogan bi rasti Serokwezîrê vî welatiyê, divê sûcdarên vê bûyerê di nav 24 seastan de aşkerê bike. Gorî dîmênên Heron dernexest holê demek di nav vî karî de tiliya wî jî heye. Tiliya Walî jî di nav de heye. Rojên bûyer pêk hat xelat dan Fermandarê Giştî. "
Dayîka Serhat Encu yê bombebarane de jiyana xwe dest da Halîme Encu jî destnîşan kir ku, ew naxazin rayedaran re hevdîtin pêk bînin û got Waliyê Şirnexê Vahdettîn Ozkan hin gundiyan re hevdîtin pêk aniyê, ji wan re pirsa "Hun çima tezmînat naxazin." kiriye. Dayika Encu, daxuyand ku heta sûcdarên bûyerê neyê dîtin ew çi daxaza qabûl nakin û wiha axivî: "Serokwezîr derdikevê dibejê PKK'ê gef kiriye. Dibejê ji ber ku malbat tirsana tezmînat qabûl nakin. Em ji kesên zarokên me qetil kirin û destê wan xwîn perê naxazin. 'Terora' rastî hikumeta AKP'ê yê. Em vê zilma li me tê kirin heta em dijîn jibîr nakin. Tirsa me têne Xwdayê em ji tu kesî na tirsin."
Ozlem Encu ya xizmê we jiyana xwe dest da, bal kişand ku sedema ret kirina tezmînatê ji ber ku sûcdarên bûyerê dernexistin holê yê û wiha axivî: "Ger Serokwezîr dixwazi tiştek bike dê li ser bûyerê nagire û demekî kurt de dê sûcdara derxê holê wan darez bike. Daxwaza me evê û sekinandina vê xwîneyê. Heta ev xwîn neyê sekinandin em tezmînat jî bigrin dê sibe biraye me yek din bê kuştin."
ANF/ŞIRNEX
BDP’ê serî li Dadgeha Cezayê Navnetewî da
Komîsyona Hiqûqê ya BDP’ê dosya qetilkirina 34 welatiyên li gundê Roboskiyê di encama bombebarankirina balefirên şer yên artêşa Tirk de hatibûn qetilkirin ku wê bibin Dadgeha Cezayê Navneteweyî xilas kir. Dosya wergerandin zimanê Îngilîzî û birêya e-mail û postayê ji Dadgeha Cezayê Navneteweyî re şand. Her wiha di serlêdanê de wêne û raporên di derbarê komkujiyê de jî cih digirin. Di serlêdana BDP’ê de ji bo dozgerên Dadgeha Cezayê Navneteweyî di derbarê komkujiyê de lêpirsînekê bidin destpê kirin, giliyê sûc jî kir.
ENQERE
