Zarokên Mexmurê di bin banê Weqfa Jinên Mexmûrê de perwerdeya çand, folklor û mûzîka Kurdî dibînin. 

Zarok bi 3 komên dengbêjî û komeke govendê hefteyê 3 rojan têne perwerdekirin.  Mamosteya govendê û stranan Axîn Kara der barê xebatên zarokan de got: “Her diçe tevlîbûna zarokan zêdetir dibe û niha nêzî 170 zarokên Mexmûrî di bin banê weqfê de perwerdê dibînin. Zarok tenê nayên perwerdekirin, di heman demê de bi kombûna wan û lîstokan civata xwe jî mezin dikin.” Axîn anî zimên ku ew li hemberî pergalê asîmîlekar li ber xwe didin û zarokan li derdora çanda wan kom dikin. Axîn ji bo bernameya havînê jî eşkere kir ku amadekariyên wan ji bo Vejîna 15’ê Tebaxê û Mîhrîcana Zarokan hene û got “Lê niha ji ber germê heya 15’ê Tîrmehê em ê navberê bidin xebatên xwe yên pirova û perwerdekirina zarokan.”

MEXMÛR