Dêra Bertriyerk El-Rûm Orthodox bi alîkariya komîteya koçberan a NY ji bo zarokên kampa Holê çalakiyên hunerî organîze kirin, da rewşa penaberiyê ya zehmet bi zarokan bidin jibîrkirin û kêf û şadiyê bixin dilê wan. Di çalakiyên hunerî de, wê dersên muzîkê, wênexêzî, spor û karên destan′ bêne dayîn.

Rêvebera Dêra Bertiryerk El-Rûm Orthodox Rokistan Xelîl diyar kir ku wan ne tenê çalakiyên kêfxweşiyê dane destpêkirin û got:”Zarokên penaberan di rewşên herî zehmet re derbas dibin, bandora şer li ser wan û dayikên wan jî heye. Em jî li vir rewşa zarokan dişopînin û hewl didin pirsgirêkên wan ên derûnî çareser bikin.

 HESEKE