Çekdar li heremên Parastina Medyayê tevî pênç rêhevalên xwe di encama erişeke hewayî ya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dabû; ev pakrewan weke zarokên rojê hatibûn binavkirin. Merasîma bibîranînî pêr saet 13.00´an, li navenda salona sportparka li bajarokê Zuffenhausa Stutttgartê, bi tevlîbûna sedan Kurdistanî û dostên wan pêk hat. 

Di merasîma sersaxiyê de, malbata pakrewan Ruhat Tabak (Çekdar), sersaxî qebûl kirin û ji ber dilsoziya wan malavahiya Kurdistaniyan hat kirin. Li ser navê girseyê jî Serhat Agirî axivî û got, “Em di rojên gelekî nazik û girîng re derbas dibin. Îro li her çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd di nav tekoşîneke girande ye. Roj bi roj gelê Kurd şehîdan dide û ciwanên Kurd bi xwîna xwe vê xaka pîroz avdidin.” Agirî di dewama axaftina xwe de got, “Heta niha gelek cangorî û pakrewanên giranbûha ku di nav tekoşîna azadiyê de cihê xwe girtine, heval Rohat û hemû rêhevalên wî ku wekî zarokên rojê hatina binavkirin jî wê di nav tekoşîna azadiyê de xwedî heman cihî bin.” 

Di merasîmê de, li ser navê Kurdên Başûr, Aram Xerîbî axîvî û got, “Îro em dibînin ku welatê me xewna wî dîtî, ji bo zarokên me îcar dibe rastî. Heval Ruhat û rêhevalên xwe ji bo welatê xwe rizgar bikin û her wiha çarenûsa xwe bi destê xwe xêz bikin, li quntara çiyayê Qendîlê şehîd bûn. Bi xwîna şehîdên pakrewan yekîtî û hevgirtina gelê Kurd pêk tê û hevîdar im ku wê nêzîk, ne dûr jî gelê Kurd bigihîje azadiya xwe.”


ABDURRAHMAN KARATAS / STUTTGART