Dibistan li Rojhilatê Kurdistanê di rojên xwe yên destpêkê de ne. Ew zarokên ku heta doh bi porên vekirî li kolanan dilîstin, îro bi meqne’a (kefiya ku zarok li serê xwe dipêçin) ku diya wan li serê wan kirî, li hewşa dibistanê li hevalên nû digerin. Di çavên wan de şerm û heyecaneke zarokatî xuya ye. Em wek RojNewsê çûne dibistaneke keçan a seretayî li bajarê Urmiyê ku di roja destpêkê ya dibistanê de bûn û me xwest hestên wan fêr bibin. Em bi zimanê Farisî silavê didin wan û dest bi pirs û meraxên xwe dikin.
Romîna û Ronak herdu cêwî ne û Kurd in. Piştî ku me zanî ew Kurd in, bi Farsî û Kurdî me dest bi pirsên xwe kir. Ronak di bersiva pirsên me de dibêje: “Ez Farsî dizanim, dê û bavê me ji ber ku dizanîn em ê werin dibistanê, di nav malê de, li kêleka Kurdî, bi Farsî jî diaxivîn.”
Aylîn qet Farsî nizane
Aylîn jî keça Kurd e ku qet bi Farsî nizane û ti caran temaşeyî televîzyonên Farsî jî nake. Ji xwe re li derdora xwe temaşe dike. Nizane çi bike û wê bi çi re rû bi rû bimîne.
Anahîta û Azîta jî xwîşkên hev in. Anahîta dihere pola 3. û Azîta jî dihere pola yekemîn. Em bi Farsî pê re dest bi xeberdanê dikin lê ew tenê bi serê xwe bersivê dide. Diyar e ku hest bi xerîbiyê dike. Hinekî ji xwîşka xwe ya mezin fêrî Farsî bûye lê bi temamî nikare biaxive. Anahîta dibêje ez jî li dibistanê fêrî Farsî bûm.
Zarokên Azerî Farsî nizanin
Em bi du keçikên Azerî yên sinifa yekê re jî diaxivin. Navê wan Esra û Sêvda ye. Esra dibêje li malê fêrî Farsî bûye û dayîka wê li mal ji Azerî zêdetir bi wê re Farsî diaxive daku ew ji mamosteya xwe baş fêhm bike.
Keça bi nave Êlahe ya Azerî (7) Farsî baş nizane û bi zimanê dayîka xwe bersiva me dide. Ew dibêje dayîka wê li malê bi wê re Azerî diaxive û mamosteya wê jî, bixwe Azerî ye. Êlahê dibêje dema ew tiştekî nizanibe mamoste bi zimanê Azerî bi wê dide fêhmkirin. Loma jî ew kêfxweş e û ew ê di demekê nêzîk de Farsî bi temamî fêr bibe.
‘Min bixwe jî Farsî nedizanî ku ez keça xwe jî fêr bikim’
Dayika Kurd ya li benda keça xwe ya piçûk, dibêje, keça wê ji ber ku bi Farsî nizanîbû jidersa xwe dima. Hem ji mamoste ditirsiya û hem jî şerm dikir. Dayîka Kurd diyar dike ku mamosteya wê her roj bang li min dikir, lê tiştek ji destê min nedihat, ji ber ku min bixwe jî bi Farsî nedizanî ku ez keça xwe fêrî bikim.
BARAN EHMEDÎ/ROJNEWS/URMIYE
Ji Egîtîm Sen´ê banga boykotê
Şaxên Egîtîm-Sen´ê yên Amedê piştgirî dan bangewaziya boykota dibistanan ya KCD’ê û bang li hemû xwendekar û malbatan kirin ku neçin dibistanan.
Şaxên Egîtîm-Sen ên Amedê derbarê daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî û boykota dibistanan li avahiya sendîkayê daxuyanî da. Hevseroka Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm-Senê Dîlek Adsan daxuyanî da û balê kişand ser rewşa şer a Kurdistanê.
Adsan, pergala perwerdehiya AKP’ê jî rexne kir û got civak bi feraseta “yek ol, yek ziman, yek mezhep” tê perwerdekirin. Adsan, balê kişand ser zarokên ku bi Tirkî nizanin û dest bi dibistanan dikin û got zimanê zikmakî ji bo zarokan wek nan û av pêwîst e.
Adsan diyar kir ku wek Egîtîm-Sen piştgiriya biryara boykota dibistanan a KCD’ê dikin û ev bang kir:” Em jî zarokên xwe naşînin dibistanan. Em bang li hemû xwendekar û malbatan dikin ku piştgiriyî bidin boykotê.”
ANF/AMED