Zarokên Şengalî li rexmê demsala sar jî diçin li dibisitanên li Çiyayê Şengalê hatîn vekirin zimanê dayikê dixwînin. Bi zimanê xwe, çanda xwe û li gorî ola xwe perwerdeya xwe berdewam dikin, di nava rewşên pir nexweş de ji çûyîna xwe ya dibistanê kêm nekirine. Lê ji ber di aliyekê de dibin ambargoyê dene, li aliyê din  de jiber bandorên êrîşên DAIŞ’ê  di rûyê xwandevakar de tê dîtin gelek pêwîstî lazim dike.

Êzîdiyên ku ji derveyî welat in, ji bo zarokên Şengalî di rewşên baş de biçin dibistanê, alîkariyên xwe kêm nakin. Ew alîkariyên ku dişînin hinek ji wan digihin serê çiyayê Şengalê, hinek jî nagihin. Alîkariyeke ku ji aliyê malbatên welatparêz ên Êzîdî ve hatiye şandinî Şengalê, doh gihişt Şengalê û li xwendekarên Şengalê hat belavkirin. Ji gundê Xanesorê heya navenda Şengalê bi giştî 9 dibistan hene, nêzîkê 600 xwandekar perwerde dibin, mamostayên dibistana Şehîd Bapîr Xanim Cirdo got: “ Malbatekê Êzîdî ya welatparêz ku li Almanyayê jiyan dikin, bi armanca alîkariyê ji bo 600 zarokan pêlav û gore şandin. Zarok di şert û mercên pir nexweş de perwerdeya xwe dibînin. Alîkariyekê mîna vê ya malbatên welatparêz me pir keyfxweş dike, herî kêm vê mehên zivistanê de lingê zarokên me sar nabe.”

Xanim Cirdo balkêşa li ser ew şert û mercên ku malbatên Êzîdî têdeye û wiha axaftinên xwe berdewam kir: “ Zivistanê şert û mercên jiyanê li ser çiyayê Şengalê pir zehmet dibe, kampên me li ser wan cihên ku kevin de wekî bistan dihatin bi karanîn hatine danîn. Ji ber vê dema barane kêm ji bi bare wê kampên me wekî gola heriyê lê tê.”

Mamosta Xanim Cirdo bi bîr xist ku gelê Êzîdî di rewşekê pir nexweş de derbas dibin û got: “ Em wekî gel, me gelek zorî û zehmetî derbas kirin. Êşên me hêj berdewamin, lê em bi hevgirtinekê û yekîtiyê dikarin vê demê derbasbikin. Dijminên me jibbo yekîtiya Êzîdiyan pêk neyê çi ji destê wan tê dikin, em jî, ji ber ji bo wan bi be dilêşî çi ji destê me were em wê ji bo yekîtiyê bikin. Em ji bo wan malbatên me yên ji derveyê welat ji bo me alîkariyan dişînin, spasiya xwe didin diyar kirin.

Mamosta navê xwandekarên yek be yek dixwîne û pêlav û goreyên wan didinê. Zarokên ku ew diyariyên ku girtine nîşanî hev dikin û keyfxweşiya xwe didin nîşandan.



NUJIYAN ERHAN / ROJ NEWS / ŞENGAL