Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo zarokên Şengalî ku bi malbatên xwe re li Wargeha Fîdanlixê ya Yenîşehrê dimînin, 15'ê Adarê “Dibistana Navenda Perwerdeyê ya Keftûleftên Jiyanê” vekiribû û 820 zarok beşdarî vê dewra perwerdeyê bûn.

Di vê dewrê de 730 zarokên navbera 8-14 salî û 90 ciwanên 15-20 salî di Dibistana Navenda Perwerdeyê ya Keftûleftên Jiyanê de bi Kurdî, Îngilizî dersên Êzîdayetî, wênekêşî û wênesaziyê wergirtin. 6 jê Êzidî 22 perwerdekaran bi dilxwazî di dibistanê de kar kirin. Perwerdekar, xwendekarên zanîngehê, Egîtîm-Sen, KURDÎ-DER û endamên Komeleya Şêwirmendî û Rêzaniya Psîkolojîk a Amedê bûn. Zarokan 5 rojên hefteyê 4 saetan ders dît.   


 ANF/AMED