Li Kolanên Kobanê zarok herî zêde ji ber ku ji hevalên xwe veqetiyane û nikarin biçin dibistanê xemgîn in. Li kolanan diyar e ku zarok hînî şer bûne, gelek zarok jî dibêjin ew ji çeteyên DAIŞ’ê natirsin. Zarok dibêjin, dema ku mezin bibin ewê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer bikin.
‘Ez ê bibim mamoste’
Yasmîn a 10 salî bi malbata xwe re piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji Minbicê hatiye Kobanê. Bi birayê xwe Mahmud re alîkariyê dide malbata xwe. Yasmîn dibêjê, ew li gund 3 salan çûye dibistanê û wiha dewam kir: “Heke şer neba, ez ê biçûma dibistanê. Dema ez mezin bibin dixwazim ji bo zarokan bibim mamoste.”
‘Ez ê tevli YPG bibim’
Zarokê bi navê Macît ê 12 salî yê bi bisiklêta xwe dilîze jî got, hevalên wî çûne Tirkiyeyê û ew gelekî bêriya wan dike û dibêje: “ Heke ez ji DAIŞ’ê bitirsiyama ez ê li vir nemama bavê DAIŞ’ê jî bê hêza wan têrê nake. Ev sê meh in hatine Kobanê lê nekarîn Kobanê dagir bikin. Dema mezin bibim, dixwazim biçim şer, ez ê tevli YPG’ê bibim û li dijî DAIŞ’ê şer bikim”.
Ehmed ê 10 salî jî ji berk u hevalên wî ji bajar çûne xemgîniya xwe anî ziman, Leylaya 8 salî jî dibêje ew ji çeteyên DAIŞ’ê ditirse.
ERSÎN ÇAKSU/ÎBRAHÎM ASLAN / DÎHA/KOBANÊ