Derhênêrê kurtefîlmên “Qapsul” û “Azad” Yakup Tekintangaç, di her du fîlmên xwe de bandora şer û koçberî ya li ser zarokan, bi rêya sînemayê vedibêje. Tekintangaç derbirî ku bivênevê mirov di hunera xwe de serhatiya xwe û civaka xwe dike mijar û wiha peyivî: “Li Kurdistanê ji şer herî zêde nerênî tesîr li wan dibe jî zarok in. Ez jî yek ji wan zarokan im. Di hundirê tişta hatî serê me de bi hezaran çîrok hene.”

Yakup Tekintangaç bi kurtfîlma xwe ya ewil a bi navê “Qapsul” hat nasîn û bi fîlma xwe ya nû “Azad” jî zarokên ku ji gundên xwe koçberî bajarên mezin bûne, û behsa lêgerîna derketina ji rewşa wan, dike. Sedema bijartina zarokan û nihêrîna bi awirên zarokan li dinyayê, di fîlmên Tekintangaç de ew e ku ew bi xwe jî zarokek e ku koçberî bajaran bûye.


Qapsûlên wan ji bo mekîneya me

Fîlma yekemîn Qapsûl qala çîroka Şiyar û Sait dikir. Şiyar û Saît qapsula bombeya gazê ku bermeyiya polêsan bû, ji bo kirîna makîneyeke nû ji rojnamegerên rojnameya Ozgur Gundemê re berhev dikin û difiroşin. 


Serhatiya zarokan bi awirê zarokan


Tekintangaç dibêje, ji ber ku li Kurdistanê herî zêde zarok zirarê dibînin ji şidetê, ew di fîlmên xwe de ji awirên zarokan li bûyeran dinihêre, bi zarê wan serhatiyan dibêje û wiha pê de çû: “Di roja me yê îro de tişta tê serê zarokan teqabulî serdema me dike. Tengasiyên ku me di dema zarokatiya xwe dîtin, di binhişê me de cih digirin. Ew yek jî gava tê meseleya hilberînê xwe dide der.  Derdayîna zarokatiya ku me bi têra xwe nedît û his nekir. Ne ku ez bi qestî wan mijaran hildibêjerim.”


Azad derheqê azadiyê de ye

Derbarê peyam û figurên di fîlma wî ya bi navê “Azad” de Tekintangaç wiha axivî: “Fîlma Azad derheqa azadiyê de ye. Bi kurtasî behsa zarokekî ku bi diya xwe re koçî Wanê kiriye û li wir di nav çar dîwaran de heps bûye, dike. Gava diya wî diçe kar derî li ser wî kîlît dike. Zarok di nav çar dîwaran de wextê xwe dibihurîne. Bîner bi awirên Azad her çiqasî şahîdiyê êsîrtiya wî ya di nav çar dîwaran de bike jî, ya rastê, di dinyayekê de ku bi xwe afirandiye, çiqas azad e, ha vê dibîne. Fîlm ji bo min cihê ye. Heta mûzîka min hilbijart jî tengasiya çar dîwaran bi mirov dide hîskîrin. Ew çîrok her wiha mirovên ku di roja me de di nav çar dîwaran de heps bûyî jî dike.”


Ji bo kurtefîlman derhênerên zîrektir

Tekintangaç diyar kir ku rewşa kurtefîlman ji fîlmên dirêj ne cuda ye, ji ber endustrî tevlî kar dibe. Tekintangaç da xuyakirin ku kurtefîlm mirovan teşwîqî xwezayîbûnê dikin û wiha pê de çû: “Kurtefîlm him barê mirov pir giran nakin, him jî di warê aborî de pir derfetên zêde navên. Lê çêkirina zehmetiya kurtfîlman jî heye. Hinek kes dibêjin qey kurtefîlm kinkirina fîlmên dirêj e, lê ne wisa ye. Kurtefîlm di qada xwe de xwedî taybetiyên cihê ne û teknîka vê bi xwe jî heye. Kurtfîlm behsa bûyerê dike û hûn mecbûr in her tişta ji destê we tê di nav vê bûyerê de bidin der. Herî zêde di nîv saetê de divê hûn temam bikin. Ji ber vê ye ku divê fikreke te ya gelekî jîr hebe. Her wiha ji ber wexta derhênêr ne wek fîlmên dirêj zêde ye, divê derhêner zîrektir be.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN