Di daxuyaniyê de KODAR’ê destnîşan kir ku beriya bi 28 salan Kurdistan bû şahidê birîneke din li ser bedena xwe ya berxwedêr.

Hevserokatiya KODAR’ê diyar kir ku bajarê Serdeştê bû qurbanê şerê du desthilatdarên dagirker û hikûmetên dîktator ên Îran û Iraqê û wiha dewam kir: “Siyaseta desthilatxwaz a Îran û Iraqê bajarên Kurd weke mertalekî li hemberî êrîşên hevdu bi kar anîn. Vê yekê em îro li Rojavayê Kurdistanê dibînin ku DAIŞ heman şêwazê bi kar tîne.”

 

‘Îro li Şengal, Kobanê û Rojhilat tola xwe dihilînin’

Di daxuyaniya hevserokatiya KODAR’ê de bal kat kişandinî ser derbasbûna 28 salan di ser vê kimyabaranê ku hêjî rejîma Îranê dixwaze civaka Kurdistanê milîtarîze bike û wiha hat gotin: “Kurd xwedî wê dîrokê ne ku ti caran teslîmbûn qebûl nekirine. Ger bi komkujiyên herî mezin re rû bi rû mabin jî. Zarokên Serdeştê bi tekoşîna azadî û demokrasiyê îro di çeperên li Kobanê, Şengal û Rojhilatê Kurdistanê de tola dagirkerî û komkujiyan dihilînin.”

Hevserokatiya KODAR’ê destnîşan kir ku Serdeşt zindî ye ji ber ku îro gelê Kurd pêşengê tekoşîna demokratîk û azadiya xwe ya meşrû ye. KODAR´ê wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “Em vê karesata mirovî ku kiryarê wê komara faşîst a Îranê ye, şermezar dikin û sersaxiyê ji malbatên vê karesatê re dixwazin. Em peymana xwe careke din bi şehîdên rêya azadiyê re dubare dikin.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN