Dadgeha dewleta Tirk a dagirker, dîsa biryar da ku zarokên Nisêbînê yên di dema êrişên qirrkirinê de hatî girtin, neyên berdan.
Li navçeya Mêrdînê Nisêbînê di qedexeya derketina kolanan de, 17 zarok di 26’ê Gulana 2016’an de li avahiya ku lê asê mabûn, hatibûn destgîrkirin û girtin. 7’emîn rûniştina doza 17 zarokên ku li Nisêbînê hatin destgîrkirin û girtin, li 4’emîn dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê pêk hat.
Zarok neanîn dadgehê
Dozger, ji bo her zarokekî 76 sal cezayê girtîgehê û muebeta giran dixwaze. Ji 17 zarokên tên dadgehkirin, tenê 3 zarokên ku li Girtîgeha Sincanê û 5 zarokên ku li Mêrdîn û Amedê tên ragirtin, anîn salonê. Zorokên ku li Girtîgeha Xerpêtê li gel biryara dadgehê ku pewîst e li salonê amade bûna, neanîn salonê. Zarokên ku neanîn salonê, bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî rûniştinê bûn.
Li salonê parêzer û malbatên zarokan amade bûn. Parêzeran di parastinê de diyar kir ku dema zarok hatine destgîrkirin, êşkence li wan hatiye kirin û xwest ew dîmenên ku zarok rastî êşkenceyê hatine, bên lekolîn. Parêzeran xwest ku heyet zarokan tehliye bike. Lê heyetê hemû daxwazên parêzeran red kirin û zarok bernedan.
Dadgeha Tirk, doz taloqî 5’ê Nîsanê kir.
MÊRDÎN