
Dibistana dayîkan a Zarokîstan ya girêdayî Şaxa Mudîriyeta Xizmetê Krêş û Zarokan ya Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest bi perwerdeya sala nû kirin.
Gûljîn di derbarê xebatên Zarokîstanê de agahî da diyar kir ku wan bi diruşmeya "Ziman Şêrîne Zarokîstan hêlîn e" girîngiyê didin gelek zimana û kesên ku perwerde didin jî bi giranî jinin.
Dibistana ku bi zimanê dayikê perwerde dide rastî eleqeyekî mezin hat. Zarokîstana ku di 15'ê Îlonê de dest bi perwerdeyê kir, komên zarokan sibê û piştî nîvro tên qebûlkirin. Zarokên diçin Zarokîstanê temenên wan 2,5-6 salînin.
‘Zarok pêşerojê civakê ne’
Fêrmend Gûljîn Kaya behsa sîstema perwerdê ya Zarokîstanê kir û diyar kir ku zarok pêşerojê civakê ne û wiha got: "Divê zarok di nava ferasetên civaka ehleqî de bên mezin kirin. Civak zarokan bandor dike û teşe dide wan. Em plansaziyekî ku zarok bi zimanê dayîk û nirxên civakî perwerde bibînin amede dikin."
Gûljîn da zanîn ku armanca wan ya herî sereke girîngî dana zimanê dayîk û gelek zimanên din û zarokên ku dest bi perwerdeyê kirine li ser zimanê Îngîlîzî, Kurdî û Kurmançkî perwerde dibînin. Gûljîn diyar kir ku ew bi dirûşmeya "Ziman şêrîne Zarokîstan hêlîn e" dest bi xebatê xwe kirine û anî ziman ku zarokên tevlî perwerdê bûne re demên xweş derbasbikin û zehmetî nekêşin. Gûljîn got: "Divê gelê me zarokên xwe rêkin vêderê. Em wek fêrmend hewldana me çanda civakê cardin derbasî nifşê nû kirine. Hem em ê li ser zimanê dayîkê rawestin hem jî ji bo bi hêzbûna çanda Kurd em ê bernameyên cûda ji zarokan re amede bikin."
'Fêrmendên me ji jinan pêk tên'
Gûljîn destnîşan kir ku zarok nasnameya civakê ne û ji bo ku civak xwe nû bike û çanda xwe belav bike divê zarok ji perwerdeyan bê derbas kirin. Gûljîn diyar kir ku perwerdeya zarokan ji leystûkê cûr be cûr pêk tê û fêrmendê wan hemû ji jinan pêk tê û perwerdeyên taybet dîtine. Gûljîn wiha domkir: "Di bernameya perwerdê de di serî de xwendin û nivîsandin neyê dayîn. Armanca me ya despêkê bi mûzîk û leystûkan tişt hînê zarokan kirine. Armanca me qadên ku zarok xwe têde azad bînin ziman avakirine. Di serî de zarok azadkirin piştre jî dest bi bernameya perwerdê kirine."
'Li Zarokîstanê 18'e pol hene'
Fêrmenda berî perwerdê Medya Yerlîkaya anî ziman ku Zarokîstana ku di binya Qada Jiyanê ya Sûmerparqê hatî vekirin despêkê girîngî dane fêrmendan û kesên ku perwerdê bibin 50'î ji wan jinin. Medya wiha pêde çû: "Me li ser pedegojiya zarok û jin semîner dît. Li Zarokîstanê 18'e pol hene û her pol me kiriye atolyekî. Atolyayê mûzîk û zanyarî, odeyên folklor û leystûkan û hwd. Ez bi hêvîme ku zarokên tevlî Zarokîstanê bûne gelek qadê jiyanê pêş bixin."
BÊRÎTAN ELYAKUT/JINHA/AMED