Eskerên Tirk ên dagirker gule li Sertîp Şen ê li navçeya Colemêrgê Geverê reşandin û ew qetil kirin. Niha derket holê ku ji ber eskeran nehişt ku ambûlans biçe wî rake, xwîn jê çûye û ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest daye.

Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede, piştî qetilkirina Şen, bi şahidan û gundiyan re axivî û li ser vê yekê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Dede diyar kir ku Sertîp Şen li zozanê Kavleboşê yê gundê Wargenima, li devera ku qereqol û baregeha leşkerî lê bû bi guleya li sînga wî ket jiyana xwe ji dest da.

Li gorî Dede, Şen roja bûyerê tevî hevsera xwe ji nîzamiyeya qereqola Çobanpinarê ji bo çêrandina pezê xwe destûr stendiye û piştî ku nasnameya wî hate kontrolkirin derbasî zozanê bûye.

Dede da zanîn ku ji bo cezakirina kujeran ew ê bûyerê bişopîne.

 

COLEMÊRG