Wezîrê berê yê darayî yê Iraqê Hoşyar Zêbarî  ku pêr ji aliyê parlamentoya Iraqê ve ji peywirê hate girtin, li ser vê yekê duh li Hewlêrê civîna çapameniyê li dar xist. Zêbarî destnîşan kir ku ji kar dûrxistina wî biryareke siyasî bû û got ku peywendî bi gendeliyê ve nîne.  Ji bo bi îdiaya gendeliyê ji kar hatiye dûrxistin, ragihand ku Nurî Malîkî li pişt dosyaya wî bû.  Zêbarî destnîşan kir ku rûniştina parlamentoyê ya 27’ê Tebaxê ji neyasayî bû û got: “Me derbarê civîna 27’ê Tebaxa 2016’an de ligel dadgeha federal gilî kiriye. Dosya min siyasî ye. Peywendî bi gendeliyê ve nîne. Bi vê biryarê xwestin tolhilgirtinê ji wezareta darayî bistînin. Biryar neyasayî ye.”

Her wiha wî ragihand ku ew amade ye hemû dosyayên wezareta darayî eşkere bike û got: “Tenê di sala borî de 35 milyar dolar min ji bo Iraqê veqedandine û me xerc nekiriye da ku rastî krîzê neyên.” PDK’ê jî derbarê ji peywirgirtina Hoşyar Zêbarî de daxuyaniyek da û diyar kir ku ji kar dûrxistina wî weke planeke siyasî dibînin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN