Li taxa bostaniçiya Wanê, seraya ku Sîsê bi derfetên xwe çêkirî, her cûreyên zebze û giha tê de şîn dibe.

Li herema Serhedê demsala zivistanê bi aweyekî sar û dijwar derbas dibe. Li hemberî sermaya Wanê li taxa Bostaniçiyê jina bi navê Sîsê Şaybak a 45 salî, bi derfetên xwe, sera li ber malê çêkiriye. Di serayê de her cûreyên zebze û gîha şîn dibin. Her serê sibehê Sîsê radibe û berê xwe dide serayê. Di serayê de zebzeyên wekî şêlim,pîvaz, kuzel û xasê şîn dibin.

‘Gava xweza tinebe mirov xwe kêm dihesibîne’

Sîsê diyar kir ku ew nikare bêyî giya û xwezayê bijî û got ku ji bo ew derdora xwe bike bihar pêdivî pê heye ku, di zivistanê de her jinek li ber mala xwe serayekî çêbike û wiha axivî: “Demsala zivistanê hatiye Wanê, min sera çêkiriye. Min berê de ev tişt difikirî, ji ber ku di demsala zivistanê de min kêmasiyek hîs dikir. Ev kêmasî jî di zivistanê de nebûna xwezayê bû. Kêfa min pir ji giha û xwezayê re tê. Ji ber ku parçeyek ji mine, gava tûne be mirov ji xwe kêmasiyek dibîne. Ez her tim diketim vê hîsê, niha sebra min pir tê .”

‘Dema kesixandinê klaman jî dibêjim’

Sîsê da zanîn ku, zebzeyên wê ji tovên xwezayî ye û wiha berdewam kir: “Tovên zebze û gihayên ku li serayê diçînim tev xwezayî ne. Ez pêdiviyê pê nabînim ku ez ji sûkê zebze bikirim. Ji ber ku hem biha ne hem jî ne xwezayî ne. Krîza aborî hatiye welat, mirov nikare tiştekî bikire, lê zebzeyên min hem xwezayî ne hem jî bi tam in.

Jin bê xweza nabin

 Ez gava kesaxê dikim klaman jî dibêjim bi vî awayî ez pirr rehet dibim. Bê guman jin nikarin bêyî xweza û heşînahiyê bijîn, ji ber ku parçeyek ji me ye. Ji ber vê yeke jî ez dixwazim ku di her demsala ziviztanê de li ber her malekê serayek hebe.”


WAN