
Şervanên YPG û YPJ`ê erebeyeke eskerî ya artêşa Tirk a dagirker li gundê Aşmê yê li rojavayê bajarê Kobanê, dema dixwest beşekê ji axa gund dagir bike, rûxand. Tê gotin, kuştî û birîndarên eskerên Tirk ên dagirker hene.
Li gorî agahiyên ku fermandarên YPG`ê li gundê Aşmê dayî, artêşa Tirk a dagirker xwestiye ku parçeyek ji axa gundê Aşmê yê li rojavayê bajarê Kobanê dagirker bike da ku avakirina dîwar di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de dewam, bike.
Şervanên YPG û YPJ`ê jî destûr nedan û erebeyeke eskerî ya artêşa Tirk a dagirker dema dixwest derbas bibe, rûxandin. Li gorî agahiyên hîna nehatine piştrastkirin, du eskerên artêşa Tirk hatine kuştin û eskerek birîndar bûye.
Piştî ku erebeya eskerî hate rûxandin, şerekî qederê saetekê di navbera şervanên YPG/YPJ û artêşa Tirk a dagirker de qewimî.
Hate zanîn ku ti ziyan negihiştiye şervanên YPG û YPJ`ê. Dema nûçeya me dihat amadekirin, li herêmê aloziyê dewam dikir.
ANHA / KOBANÊ